Kampanyaya 'Ji cezayê darvekirinê re na' di hefteya 136'an de ye
- 14:05 1 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtîgeha Îranşehrê jî tevlî kampanyaya "Ji cezayê darvekirinê re na" bû. Kampanya ku di hefteya 136'an de li 62 girtîgehan belav bûye, ragihand ku di navbera 23-29'ê Tebaxê de 2 jê jin, herî kêm 32 kes hatine darvekirin.
Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ ya li dijî cezayê darvekirinê li girtîgehên Îranê didome, ket hefteya xwe ya 136’an. Bi beşdariya komek girtiyên li girtîgeha Îranşehrê, hejmara girtîgehên ku kampanyayê didomînin, gihîşt 62’an.
Girtiyên 62 girtîgehan ên beşdarî kampanyayê bûn, ji bo protestokirina cezayê darvekirinê ketin greva birçîbûnê.
‘Di hefteyekê de 2 jê jin 32 kes hatin darvekirin’
Di daxuyaniya hefteya 136’an a kampanyayê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê di navbera 23 û 29’ê Tebaxê de 2 jê jin herî kêm 32 kes darve kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek ji wan kesên ku di xwepêşandanên di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de hatine girtin, cezayê darvekirinê lê hatine birin, an jî bi metirsiya cezayê darvekirinê re rûbirû ne.
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku di doza ‘Meydana Şehîdan’ a li Esfehanê de 10 kes bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin. Her wiha hat destnîşankirin ku cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî Leyla Ebûl-Hesanî ku li Girtîgeha Dawlatabad a Esfehanê tê girtin û cezayê darvekirinê yê Elî Esxer Peygamberî ku li girtîgeha Qizihîsar tê girtin, hate erêkirin.
Kampanyayê tekez kir ku ev kes ji mafên xwe yên parastin û darizandinek adil bêpar mane û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Li dijî cezayê darvekirinê banga têkoşînê
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser krîza aborî û civakî ya li Îranê. Hate diyarkirin ku enflasyona bilind û kêmbûna nirxê diravê neteweyî şert û mercên jiyanê yên beşên mezin ên nifûsê xirabtir dike. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku rejîma Îranê ji bo tepeserkirina nerazîbûnên civakî polîtîkayên xwe yên tepeserkirinê tundtir kiriye û cezayê darvekirinê jî beşek ji van polîtîkayan e.
Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ bang li kesên ku di warên siyasî, mafê mirovan, sendîka û civaka sivîl de çalak in kir ku têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê berfireh bikin.
Girtîgeha Îranşahrê beşdarî kampanyayê bû
Di hefteya 136’emîn a kampanyayê de, komek ji girtiyên li Girtîgeha Îranşehr a li parêzgeha Sîstan-Belûcistanê jî tevlî kampanyayê bûn.
Bi beşdariya Girtîgeha Îranşehrê, hejmara girtîgehên ku beşdarî Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ bûne, gihîşt 62’yan. Girtiyên ku beşdarî kampanyayê bûne îro li dijî cezayê darvekirinê ketine greva birçîbûnê.
Navên girtîgehên ku grev lê didome ev in:
“Girtîgeha Evînê (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Qizil-Hesar (yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdisê, Kerec, Girtîgeha Tehrana Mezin, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobindar, Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud, Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Esfehan, Girtîgeha Destgerd, Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Ehwaz, Girtîgeha Sepidar, Ehwaz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîrazê Adelabad, Şîraz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (qada jin û mêr), Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcendê, Girtîgeha Meşhed,Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşîd (Reş), Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Ezberam Lahican,Girtîgeha Dizelabad Kirmaşan, Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqezî Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Borujenê, Girtîgeha Neyşabûrê, Girtîgeha Gaçsaranê, Girtîgeha Noor û Girtîgeha Îranşahr.”










