Li Wanê birûskê li zarokekî da

  • 15:25 15 Cotmeh 2026
  • Rojane
WAN - Li Wanê birûskê li zarokekê 14 salî ku li çolê pez diçerand da û zarok jiyana xwe ji dest da.
 
Li gundê Neçrevayê ya bi ser navçeya Qelqelî ya Wanê ve, birûskê li zarokê bi navê Muhammed Mehdî Dînler ê 14 salî da. Mehdî Dînler di encama vê yekê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku bûyer dema zarok li çolê pez diçerand qewimî ye û zarok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
 
Malbat û gundiyan cenazeyê Muhammed Mehdî Dînler rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê û piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê zarok hate veşartin.