Abdullah Ocalan: Siyaseta demokratîk bêyî mîsogeriya hiqûqî mayînde nabe
- 12:02 17 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyameke ku ji bo konferansa li Turîno hatiye şandin wiha got: “Hevbera siyaseta demokratîk, komara demokratîk e; mîsogeriya civaka demokratîk jî hiqûq e. Bêyî mîsogeriya hiqûqî, siyaseta demokratîk nikare mayînde bibe û pêvajoya aştiyê jî nikare bi ser bikeve. Rizgarî di yekîtiya azad a gelan û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye. Divê siyaset şûna çekan, şûna bêbaweriyê hiqûq û wekhevî jî şûna înkarê bigirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo konferansa bi sernavê “Perspektîfa ji bo Aştiya li Rojhilata Navîn” şand; konferansa ku li Torîno ya Îtalyayê, bi hevkariya Şaredariya Torînoyê, Komîteya Herêmî ya Mafên Mirovan û Hikûmeta Herêmî ya Piedmontê hatibû organîzekirin.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
"Dostên hêja..
Ez we ji Îmraliyê, bi hestên piştevaniya navneteweyî û azadiyê slav dikim. Hêvî dikim ku konferansa we bibe alîkar ji bo avakirina yekitiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn.
Rojhilata Navîn îro di nav qonaxeke girîng re derbas dibe. Şer, pevçûn, çareseriyên dewlet-neteweyî û polîtîkayên ewlehiyê ji gelan re aştî û azadî neanîn. Ev tişt êdî eşkere ye. Ji ber vê yekê erka me ya bingehîn ew e ku em siyaseta şer berdin û siyaseta demokratîk esas bigirin; civakê birêxistin bikin û serdemeke nû ya ku jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan misoger dike ava bikin.
Perspektîfa konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk, yek ji sernavên sereke yên nîqaşê yên vê lêgerînê ye. Fesixkirina PKK’ê û bidawîbûna stratejiya têkoşîna çekdarî, divê mîna destpêka serdemeke nû were dîtin. Ev guherîn, nêzîkatiyeke nû venêrîneke nû ya ji bo meseleyê jî neçar dike.
Divê em bi eşkereyî bibêjin ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku di encama pêvajoyê de aştî bibe mayînde; divê sedemên pevçûnê ji holê werin rakirin, hebûn, ziman û çanda Kurdî were misogerkirin, astengiyên li ber siyaseta demokratîk werin rakirin û hemwelatiya wekhev bigihîje garantiya hiqûqî.
Entegrasyona demokratîk, ne lihevanîna yekalî ye û ne jî tevlîbûna bêşert a di nav sazûmaniya heyî de ye. Berovajî vê, divê bibe veguherîneke demokratîk ku cihêrengî nayên înkarkirin, maf tênenaskirin û jiyana hevpar li ser bingeha wekheviyê tê avakirin.
Bergîdana siyaseta demokratîk komara demokratîk e, garantiya civaka demokratîk jî hiqûq e. Bêyî garantiyên hiqûqî siyaseta demokratîk mayînde nabe û pêvajoya aştiyê jî nagihîje serkeftinê.
Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji demokratîkbûna Tirkiyê cûda nayê fikirîn. Demokratîkbûna Tirkiyê jî ji derketina îradeyeke siyasî ku jiyana hevpar, wekhev û azad a gelan dabîn dike cûda nîne.
Girîngiya perspektîfa konfederalîzma demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn jî li vir e. Çareserî; ne helandina gelan di bin nasnameyeke tenê de ye, ne sînor û cihêrengî dibin çavkaniya pevçûnên nû, û ne jî afirandina desthilatdariyeke nû ya dewletparêz e.
Tişta ku îro hewcedarî pê heye ev e: Li şûna siyaseta şer siyaseta demokratîk, li şûna înkarê naskirin, li şûna zorê hiqûq, û li şûna perçebûna civakî jiyana hevpar a azad û wekhev. Ev veguherîn neçar dike ku dewlet û aktorên siyasî berpirsyariyê bigirin ser milên xwe, saziyên demokratîk bêtir werin xurtkirin û civak di derbarê paşeroja xwe de bibe xwedî gotin û biryar.
Dostên ezîz, Ez hêvî dikim ku ev konferans perspektîfa konfederalîzma demokratîk di şert û mercên îro de nîqaş bike û rêyên diyarkirî yên çareseriya demokratîk derxîne holê. Paşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û peywendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekitiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye.
Divê siyaset bikeve şûna çekan, hiqûq bikeve şûna bêbaweriyê, û wekhevî bikeve şûna înkarê. Rêya aştiya mayînde ev e. Ez konferansa we careke din, bi baweriya xwe ya ji bo aşitî û azadiyê slav dikim.
Abdullah Ocalan
Îmrali. "







