Li Mêrdînê mirina jinekê ya bi gûman

  • 10:59 24 Cotmeh 2026
  • Rojane
MÊRDÎN -Canan Soy li navçeya Artukluyê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê, Canan Soy di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan, Canan Soy ketiye hewzeke avjeniyê yê hundirîn ku kûrahiya wî 1 metre bûye; piştî ku ji hewzê derketiye, tê gotin ku dema li ser kursiyekê rûniştibû, rewşa wê xirab bûye.
 
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Canan Soy piştî destwerdana destpêkê ya tîmên tenduristiyê, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê, lê li wir jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Canan Soy ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku sedema tam a mirina wê dê piştî pêvajoya otopsiyê were zelalkirin.