Li Ewropayê ji 25 saziyên birêxistinkirî biryara têkoşîna yekbûyî û mezinkirina piştevaniyê
- 13:18 26 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ewropayê 25 saziyên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê û Kurdistanê, di civîna li Kolnê de biryara mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzm, polîtîkayên şer û zextên antîdemokratîk standin. Saziyan banga beşdariya zemîna têkoşîna hevpar kirin.
25 saziyên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê û Kurdistanê yên li Ewropayê bi armanca hevparkirina têkoşîna aştî, demokrasî, wekhevî û kedê di 17’ê Cotmehê de li Kolnê civiyan, teksta encamê ya civînê parve kirin. Saziyan, li dijî tevgerên rastgir û faşîst ên bilind dibin, erîşkariya emperyalîst, polîtîkayên şer, sepanên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê û astengiyên li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd banga têkoşîna yekbûyî û mezinkirina piştevaniyê kirin.
Civîna ku li navenda Konfederasyona Yekîneyên Elewî a Ewropayê ya li Kolnê hate lidarxistin. Li ser banga Înîsiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKİ), Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK), Yekîtiya Kedkarên Koçber a Ewropayê (AGEB), Lîga Antîemperyalîst (AIL), Lîga Dij-Emperyalîst (AIL), Kolektîfa Têkoşîna Enternasyonal (EMK), Konfedarasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropayê (ATÎK), Konfedarasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON) û SYKP Ewropa, 25 saziyên cuda tevlî civînê bûn.
Di civînê de geşedanên siyasî yên li cîhanê, Ewropayê û Tirkiyeyê hatin nirxandin; rêyên parastina mafên gelan û kedkaran û rêbazên têkoşîna hevpar hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku divê koçberên ji Tirkiye û Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn, li dijî pirsgirêkên hevpar bi hev re têkoşînê bikin. Saziyan, îradeya xwe nîşan da ku reng û cudaheyên xwe biparêzin û zemînekî hevpar ê têkoşînê ava bikin.
Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku polîtîkayên emperyalîst şer û pevçûnan zêde dikin û berdelê vê yekê jî gel, kedkar, jin û xweza didin. Hat gotin ku budçeya ji bo biçekkirinê tê veqetandin, xizaniyê kûr dike.
Hat gotin ku tevgerên rastgir û faşîst di demên dawî de bihêz bûne û li dijî nijadperestî, mîlîtarîzm, zayendperestî û dijminatiya koçberan banga têkoşîna hevpar hate kirin. Hat destnîşankirin ku divê ezmûnên berxwedanê yên welatên cuda bên parvekirin û piştevaniya enternasyonalîst bê pêşxistin.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên zordar didomînin; kedkar, muxalîf û saziyên demokratîk bi zext, xizanî û girtinan re rûbirû ne.
Hat diyar kirin ku, daxwaza hemwelatîbûna wekhev a Kurd û Elewiyan, mafên jinan û parastina xwezayê tên piştguhkirin. Hat destnîşankirin ku, divê di navbera têkoşîna li Tirkiyeyê û têkoşînên li Ewropa û cîhanê de piştevaniyeke xurt bê avakirin.
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bû yek ji rojevên sereke yên civînê. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku tevî biryarên Rêber Apo û PKK’ê yên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û esasgirtina siyaseta demokratîk jî, desthilatdariyê gavên pêwîst neavêtine.
Hat diyar kirin ku, pêşketina pêvajoyê ji bo azadiya girtiyên siyasî, tevlîbûna gerîlayan di siyaseta demokratîk de û vegera siyasetmedarên li sirgûnê, pir girîng e. Hat destnîşankirin ku nasîna mafên kolektîf ên Kurdan ên mîna zimanê dayikê, nasname, çand û azadiya rêxistinbûnê wê di xêra hemû gelan de be.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku aştî û hemwelatîbûna wekhev ne lûtfa desthilatdariyê ye, tenê bi têkoşîna yekgirtî dikare bê bidestxistin.
Di civînê de ezmûnên têkoşîna hevpar ên mîna ABDEM, HDK-Ewropa û ADGB’ê hatin nirxandin. Hat gotin ku divê têkoşîna hevpar tenê bi daxuyaniyan sînordar nemîne, di navbera saziyan de piştevaniyek berdewam hebe û koordînasyon bê avakirin.
Hat destnîşankirin ku vê zemîna hevpar nasname û bernameyên saziyan ji holê ranake; biryar wê bi tevlîbûnê bên girtin û cudaheyî wê bên parastin.
Hat diyarkirin ku ji bo hêzên ku li Ewropayê ji bo aştî, demokrasi, wekhevî û kedê têkoşînê dikin bêne cem hev, îradeyek hate nîşandan. Biryar hat girtin ku xebata vê yekê û avahiya wê ya rêxistinî di hevdîtinên pêş de bên zelalkirin. Her wiha avakirina komeke ragihandinê ya hevpar hate pejirandin.
Li gorî metna encamê Konfederasyona Yekîneyên Elewî ya Ewropayê (AABK), Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP Ewropa), Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropa (AVEG-KON), Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropayê (ADHK), Kolektîfa Kizil Mor, Yekîtiya Kedkarên Koçber a Ewropayê (AGEB), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), Înîsiyatîfa Komîna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKÎ), Kolektîfa Têkoşîna Enternasyonal, Partiya Çep a Kesk a Ewropayê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB Ewropa), Meclîsên Komîna Şoreşger a Ewropa (ADKM), Federasyona Yekîneyên Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê (ADEF), Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê (ASM), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD), Yenî Kadin û Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TUDAY) îradeya xwe ya ji bo bibin pêkhateya damezrîner a têkoşîna hevpar ragihandin.
Platforma Xwişk-Biratiya Gelan a Yekîtiya Karkeran (BÎR-KAR), Eniya Ked-Azadiyê ya Ewropa, Entîemperyalîst Lîg (AIL) û Roter Bund jî ragihand ku ew ê weke çavdêr tevlî pêvajoyê bibin û xebatan bi aktîf bişopînin.
Hat diyarkirin ku di dema pêş de hevdîtina bi saziyên pêşverû, şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li Ewropayê xebat dimeşînin re wê bên domandin û tevlîbûneke hîn berfirehtir were pêkanîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê her kes xwedî li aştî, demokrasî û azadiyê derbikeve û ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bang hate kirin.







