Îlham Ehmed: Kurdên li Sûriyeyê hebûna xwe ispat kirine

  • 14:09 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed di semînereke li Silêmaniyê de axivî da zanîn ku Kurdên li Rojava û Sûriyeyê gihîştine qonaxeke ku hebûna xwe ispatkirine.
 
Li hola serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kuristanê, têkildarî guhertinên dawî yên Rojavayê Kurdistanê semînerek hat dayîn. Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed weke axaftivan tevlî bû û bersiva pirsan da. Di semînerê de hejmareke berçav ji kesayetiyên siyasî, akademîsyen û welatiyan amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê semîner dest pê kir; paşê kurtejiyan, nasname, xebat û têkoşîna Îlham Ehmed hat xwendin.
 
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed li ser guhertinên dawî ên li Rojavayê Kurdistanê axivî û got: “Ev guhertinên li Rojava çêbûne, bi saya têkoşîn û fedekariya şehîdan gihîştine astekî wisa ku karibûn hebûna xwe ispat bikin. Êdî Kurd xwedî nasname, hebûna xwe ne û ew qurbaniya hatî dayîn, vale neçû. Eger em li dema borî binêrin, rewşeke bê nasnamebûnê hebû; di çarçoveya welatê Sûriyeyê de Kurd wekî netewe nedihatin qebûlkirin, belku her dihatin çewisandin û bi yasayên neheq li ser Kurdan hatibûn sepandin. Lê belê îro Kurd li Sûriyeyê di astekê de ne ku hebûna xwe bi temamî ispatkirine.”
 
Îlham Ehmed bal kişand ser rewşa perwerde, guhertinên siyasî û diyar kir ku ew qet qebûl nakin Kurd li derveyî sîstema perwerdeyê bin û ji mafên xwe bê par werin hiştin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku di guhertinên herî dawî yên sîstema xwendinê de, zimanê kurdî gihîştiye asteke pêşkeftî û divê di destûrê de bibe mafeke rewa.
 
Der barê entegrasyonê de, Îlham Ehmed diyar kir ku hêzên QSD’ê mîna hêzeke sereke beşdarî sîstema dewletê bûne û di Rêveberiya Xweser de guhertin çêbûne û got: ‘‘Lê belê asta beşdariya jinan a di navendên biryargirtinê de hîn jî lawaze û sîstema Sûriyeyê bi vê yekê razî nîne ku jin bi temamî rola xwe ya herî çalak bilîzin.’’
 
Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo ku welat bi şêwazekî wisa ku rola Kurdan tê de hebe were birêxistinkirin, pêwîste rêjeya ji sedî 20 ya parlamentoyê ji bo nûnerên Kurd be û tê pêşbînîkirin ku parlamento rola xwe ya rasteqîn bibîne. Her wiha pêwîste komîsyonek were avakirin ji bo diyarkirina maf û rola Kurdan daku ev entegrasyon hîn bi serkeftî bi rêve bibe, li ser pirsgirêk û rêxistinkirina jinan xebatên berdewam werin kirin, bi şêwazekî ku sîstema perwerdeyê bi wekhevî ji bo her kesî re were dabînkirin.
 
Di dawiya semînerê de beşdaran pirsên xwe kirin û li gorî wê bersiv hatin dayîn.