Zarokên ku nayên derzîkirin bi mirinê re rû bi rû dimînin
- 11:10 16 Tîrmeh 2019
- Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora UNICEF û WHO'yê li gelemperiya cîhanê herî kêm 20 milyon zarok ji derzîkirinê bêpar dimînin û bi nexweşiyên kujer re rû bi rû ne.
Li gorî rapora derzîkirinê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li gelemperiya cîhanê herî kêm 20 milyon zarok ji derzîkirinê bêpar dimînin. Di raporê de hat ragihandin, rêjeya zarokên ku derziyên li dijî nexweşiyên kujer li wan nehatine xistin derdora 10 ji sedî ye û hat gotin, tenê çend ji van derziyan li zarokan têne xistin.
Rapor balê dikişîne ser derziya li dijî vîrusa bi navê 'vîrusa papîlloma ya însan (HPV)'. Di raporê de hate ragihandin ku piraniya wan welatên pêşketî 90 welatan ev derzî xistine bernameya xwe ya neteweyî û hate gotin, "Ev yek jî nîşan dide ku ev derzî ji bo yek ji sê zarokên keç heye."
Di raporê de hat ragihandin ku bikaranîna derziyên li dijî dîfterî-tetanos (DTP) û sorik ji sala 2010'an û vir ve kêm bûye û rêjeya wê jî 86 ji sedî ye. Li gorî rapora hevpar a UNICEF û WHO'yê li dinyayê sala derbasbûyî 350 hezar nexweşên sorik hebûn. Li gorî vê yekê hejmara nexweşên sorik li gorî sala 2017'an bi du qatî zêde bûye.