Sekretera SES'ê Roza Çatak: Diyar e ku maf û qanûnan nas nakin

  • 09:05 26 Îlon 2019
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Sekretera SES'ê ya Amedê Roza Çatak, diyar kir ku jin mafê kurtajê bi têkoşînê bi dest xist û niha bi awayeke aşkere êrîşek li hember vî mafî heye û got: "Dewlet û Midûriyeta Ewlehiyê nikare bi tu awayî lîsteya kurtajê bixwaze. Lê diyare ku tu maf û qanûnan nas nakin. Divê jin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bikin yek."
 
Midûryeta Ewlehiya Stenbolê di nivîsa ku ji Rêvebiriya Tendirustiyê ya Bajêr re şandî de diyarkiribû ku divê ji hemû nexweşxaneyan lîsteya jinên bi nexweşiya “Polikistik over sendromu” bi wan re heye û  her wiha kurtaj kirine bighînin destê wan. Ev tişt rastî berteka jinan hat. Li gorî xala TCK'ê ya 135’emîn bêyî hinek mijarên diyar mijarên tenduristiyê nayên parvekirin. Sekretera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Roza Çatak diyar kir ku kesên ku vê biryarê distînin û her wiha nexweşxane û bijîşkên ku vê lîsteyê bidin heman sûcê dikin. 
 
'Di şert û mercên ne baş de kurtaj dibin'
 
Roza di destpêka axaftina xwe de qala kurtaj û nexweşiya sendroma polîkîstîk overê kir û wiha got: “Kurtaj di bin ewlehiya tibî de paqijkirina rehîmê ye. Dawî li rewşa ducanî ya nayê xwestin yan ji demên bi pirsgirêk ên ducaniyê de paqijkirina rehmê ye. Jin  ji bo demeke diyar dikarin kurtajê bikin. Lê belê bi awayek ne qanûnî kutaj nayê pêkanîn, an ji randevuya wan dereng tê hêlan. Em dizanin ku bi awayeke ne tendirust, bi destê kesên bê diploma bi armanca pere, di şert û mercên ne baş de jin tên kurtajkirin. Qedexekirina kurtajê rê li ber pirsgirêkên bi vî rengî vedikin. Nexweşiya sendroma polîkîstîk over, di dema xirabûna hormanan ya ku dema jin zarok tînin dinê derdikeve holê. Ev nexweşî bandorê li ser rewşa reglê, zêdebûn û hormonan dike. ji sedî 15 û 20 jin ji vê nexweşiyê dikevin, lê heta niha sedemê wê nexweşiyê nayê zanîn."
 
'Êrîşeke li hemberî jinê ketiye meriyetê' 
 
Roza, destnîşan kir ku di demên borî de Rêvebirê Parastinê bi taybetî lîsteya jinên temenê wan di navbera 30 û 40'an de kurtaj bûne xwest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her wiha ne tenê kesên ku kurtaj bûne kesên ku nexweşiya polîkîstîk pêre heyî jî xwestibûn. Ev êrîşeke raste rast li hemberê jinê ye. Ev êrîşeke pir aliye li hemberî jinê pêk tê. Ev yek ji polîtîkayên şîdeta li hemberê jinê ye. Ev yek ji hişmendiya zayendperest û polîtîkayên di civakê de avakirina takekesiyê ya hikûmetê ne. Hikûmet dixwaze bi vî rengî şîdetê li hemberî jinê bikartîne. Her wiha ne diyar e ku bi wan lîsteyan dê rê li ber kîjan kaosên civakê vekin. Belkî bibe sedema qetilkirin, şîdet, gef û tacîza jinê. Em jin vê yeke weke projeya şîdet û tacîzê dinirxînin."
 
'Diyare ku maf û qanûnan nas nakin'
 
Roza di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xwestina lîsteyê di heman demê de tê wateya îhlalkirina qanûnên nexweşxanê ye û wiha bilêv kir: "Nexweşxaneyên ku agahiyên nexweşên xwe parvebikin jî bi heman awayî qanûnan binpêdikin. Ev tişt jî tê wateya ku bijîşk li hemberî pîşeya xwe bêrêziyê dike. Jinan mafê kurtajê bi xwîna xwe bi dest xistin, lê belê bi awayekî eşkere êrîşê li hemberê destkeftiyên jinan tê kirin. Dewlet û Rêxistina Parastinê nikare bi tu awayî lîsteya kurtajê bixwaze. Lê diyare ku tu maf û qanûnan nas nakin. Divê jin li hemberê vê yeke xwe rêxistin bikin. Ji ber ku her diçe ji derveyî jinan her kes biryaran digire. Divê em nehêlin ku kes vê mafê di xwe de bibine. Divê derbarê mafê jinan de semîner bên amadekirin û bila jin mafê xwe agahdarbin."