Zarokên karker : Em neçar in bixebitin

  • 09:04 24 Kanûn 2020
  • Zarok
AMED - Zarokên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin gelo çi hîs dikin an jî ji pêşerojê çi hêvî dikin? Bi vê armancê me xwest ku em çîrokên wan zarokan ji wan guhdar bikin û bi we re parve bikin.
 
Her sal hêjmara zarokên karker li gel sedemên aborî û civakî li Amedê jî zêdetir dibe û meriv dikare di her kolan û taxan de rastî zarokên karker were. Zarokên ku li hemû qadan seyarfroşiyê dikin  kedxwariyek mezin dijîn. Zarokên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin me xwest ku em hîn bibin gelo dema dixebitin çi hîs dikin  û çi hêvî dikin? Mexest ku em  xeyal û hestên van zarokan bi we re jî parve bikin.
 
'Dibistana min şewitandin'
 
Emîn(14) a ku li Sûrê firotina maskeyê dike diyar kir ku hertim zabita êrîşî wî dikin. Emîn wiha dibêje: "Ji xwe rewşa me ya aborî nebaş bû, neçarî xebatê bûm. Ez hem dixebitîm û hem jî diçûm dibistanê.  Li ser Sûrê polîsan dibistana me şewitand. Piştî ku dibistana me şewitandin, ez pir xemgin bûm, min bertek nîşan da û dev ji dibistanê berda. Ez li gelek qadan seyarfiroşiyê dikim. Rewşa malbata min di hêla aboriyê de nebaş e. Ez naeçar im bixebitim. Çikar bi min bibe dikim. Îsal jî çawa ku nexweşiya Vîrûsa Koronayê derket min li kolanan dest bi firotina maskeyan kir. Karê min baş diçe lê zabita dest ji min bernadin. Car caran tên û êrîşî min dikin. Dezgehê min diqulipînin û alavên min desteser dikin. Ji karê xwe hez dikim lê daxwaza min ku bibûma kuafor. Ji ber ku kuafor dikarin li her dera cîhanê karê xwe bikin."
 
'Em ji bo xebatê neçar in'
 
Du xwişk û birayên hev Mihemend (16) û Berfîn (9) ku li semta Ofîsa Yenîşehirê li ser peyarêyê firotina sîmîtan dikirin  ji ber xizaniyê ji bo xebatê xwe neçar hîs dikin. Berfîn a ku hê diçe dibistana seretayî xeyala wê ew e ku rojekê bibe astronot. Birayê Berfînê Mihemend jî dixwaze bibe bijîşk. Mihemed wiha got: "Em li navçeya Rezanê rûdinin. Derfetên me ku em zarokatiya xwe bijîn tune ne. Malbata min xizan e. Em ji bo xebatê neçar in. Em naxwazin bixebitin lê tiştek ji destê me nayê. Beriya koronayê serê siban heta nîvro diçûm dibistanê. Piştî dibistanê heta êvarê min li kolaman seyarfroşî dikir û êvaran jî heta derengê şevê li ser dersên xwe dixebitîm. Ji ber ku armanca min ew e ku dixwazim bibim bijîşk. Heke ez rojekê bibim bijîşk êdî wê malbata min ji xizaniyê rizgar bibe. Ew fikr jî dibe sedem ku zêdetir bixebitim."
 
'Ji bo ku bibim cerrahê giştî divê pir bixebitim'
 
Osman (16) a ku li ser rêya Deriyê Çiyê firotina vexwarinê dike, xeyala wî ew e ku bibe cerrahê giştî. Osman diyar kir ku ji bo xeyala xwe pêk bîne pêkanîna xeyala wî gelek xebitandin pêwîst e û wiha axivî: " Bavê min ji kar hatiye îxraç kirin. Diya min jî jixwe naxebite. Xwişk û birayekî ji min biçûktir henin. Di malbata me de ji xeynî min kesek naxebite. Ji bo min pir zor tê ji ber ku barê hemû malbatê li ser milê min e. Ez hem diçim dibistanê hem jî dixebitim. Piştî dibistanê min dişînin xebatê. Niha ji ber Vîrûsa Koronayê dibistan hatine betalkirin ji ber vê zêdetir dixebitim. Dixwazim bibim bijîşkek û cerahê giştî. Ji ber wê dibê zêdetir bixebitim. Heke aboriya malbata min wiha berdewam bike dibe ku min neşînin dibistanê. Ev jî min ditirsîne. Carina ji karê xwe aciz dibim. Ji ber ku ji sibehê heta êvarê dixebitim."
 
'Bê xeyal bûn'
 
Dîsa li semta Ofîsê 3 zarokên keç ku temenên wan piçûk in, destmalan difiroşin. Sonda(11), Zelal(7) û Sînem(8) ku ji taxên Rezanê heya vir ji bo firotina destmalên kaxizî tên.  Dema em hêvî û xeyalên wan dipirsin, tenê dixwazin ji wan re pênûs û lênûsk bên kirîn û pereyê wan zêde bibe. Zarokên piçûk ji zarokên din gazincên xwe kirin û wiha gotin: "Çend car in destmalên me dizîn û ji ber vê em nikarin ewqas zêde bifiroşin. Malbat me ji bo xebatê dişînin û dema ku em dest vala diçin gelek aciz dibin. Hevalên me çûn dibistanan lê em nikarin biçin. Bi hemûyan re pênûs û lênûsk hene. Em jî lênûsk û pênûsan dixwazin."