Çapemeniyê êrîşa li hemberî karkerên kurd yên Sakaryayê çawa dît
- 09:07 13 Îlon 2020
- Medya Kritîk
Habîbe Eren
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzîkatiya çapemeniyê ya li hember karkerên kurd ji bo her du aliyan jî bû ezmûn û ji bo çapemeniya alternatîf jî hîna wek kaxizek turnosolê peywirê dibîne.
Ajansa Mezopotamya di 4’ê îlonê de nûçeyek serwîs kir û me bi vîdeoya hat weşandin dît ku li Sakaryayê li hember karkerên kurd êrîşa nîjadperest pêk hatiye. Koma nîjadperest ya ji gundî û xwediyên kar pêk dihatin, di nav de jineke ku hembêza wê de pitik hebû, karkerên kurd dan ber ço û keviran. Piştî êrîşê karker bi awayekî cidî birîndar bûn û neçar man Sakaryayê terk bikin.
Di esasê di vîdeoyê de pir vekirî tê dîtin ku bûyer êrîşek nîjadpereste. Lê tevî vê gelek saziyên çapemeniyê bûyer wek ‘pevçûna navbera xwediyê kar û karkeran de’ nedît. Hinek saziyên din yên ji xwe re dibêjin muxalîf jî beyî gotin ‘Kurd’ bikar bînin nûçe wek ‘êrîşa li hember karkeran’ serwîs kirin.
Refleksa ewil a çapemeniyê: Ji ‘rêzê’ û ‘şerê kar’
Refleksa ewil ya çapemeniyê nîşan da, piştperdeya îdeolojîk bûyerê, hiyerarşiya nûçeyê, sernav û îfadeyê kişandin pêk, bûn mijara gotinê. Ji bo berteka rayagiştî kêm bikin jî bi taybet ‘şerê kar’ ‘ji rêzê’ ‘bi lez û bez’ hat tercîhkirin. Lê kesên rastî êrîşê hatibûn di vegotinên wan de derket holê ku ev ne mijara sexsiye, dijminahiya kurd ya êdî li Sakaryayê sîstematîk bûye. Walîtiya Sakaryayê îdia kir ku bingeha bûyerê tune.
AA îdia kir ku ne êrîşa nîjadpereste
Ligel van mînakan Ajansa Anadolu (AA) ya bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn di nûçeya serwîs kir de ev spot bikaranî: Ji karkerên li navçeya Kocaelî ya Sakaryayê hat derbkirin Şîlan Demîr, “Me cara ewil bûyerek wisa jiya. Mirov nikaribû bi malbatê re derbas kir. Em dixwazin edelet bê cih. Em derbkirin. Ev pevçûna kurd û tirk nîne. Em hemû xwişk û birane.” Lê jina ku beriya vê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû diyar kiribû ku aliyê hember ew bi mirinê tehîdkirine û bûyer bûyereke nîjadpereste. Tevî ku vîdeo hebû jî AA nûçe çêkir û îdia kir ku ne êrîşek nîjadpereste.
Gotina kurd bikar neanî
Saziyên çapemeniyê yên wek BBC, Euronews, Hurriyet, Mîlliyetê jî êrîşa li hember kurdan wek ‘Karkerên li Sakaryayê findik kom dikirin rastî êrîşê hatin’ serwîs kir. Rojnameya Bîrgun jî bûyer wek ‘îdia’ da. Sol Haber Portali ‘karkerên findiqan’ derxist pêş û gotina kurd bikar neanî.. Dîsa rojnameya Cumhuriyetê jî bûyer bi heman sernavê derxist pêş.
Derxistina holê ya piştperedeya bûyer
Bêguman rola çapemeniya muxalîf an jî serbixwe ev e ku bûyerê bi rastiyan û derxistina holê ya rastiyan ji bo xwendevanan re pêşkêşkirine. Bêguman wê walîtî, wezaret û rayedarên hikûmetê bêjin ‘bûyeren munferîte’. Rola dikeve ser rojnamegere ev e ku rêbaza ku rastiyan derdixe holê rehber bigire.
Nêzîkatiya çapemeniyê ya li hember karkerên kurd ji bo her du aliyan jî bû ezmûn û ji bo çapemeniya alternatîf jî hîna wek kaxizek turnosolê peywirê dibîne…