Çirav û kulîlka lotusê
- 09:08 20 Îlon 2020
- Medya Kritîk
Gulcan Derelî
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çapemeniyê de gotinên nîjadperest û zayendperest her diçe zêde dibin. Bersiva vê jî wê jinên berxwedêr bidin.
Civak ber bi ku ve diçe? Nîjadperestî, rizandin, xistin wek vîrusekê belav dibe. Em hinek matmayî li van geşedanan dinêrin, hinek jî êdî normal dibînin. Tiştên em dibêjin nabe dibe; Her wiha li ber çavan.. hema hema her roj jinek tê kuştin, an jî jin ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê rastî êrîşê tên. Yek ji sedema hedefgirtina jinan û nîjadperestiyê desthilatdariya heyî ye. Ligel polîtîkayên zayendperest û polîtîkayên dijminê jinê, dijberbûna Kurdan jî êdî ji êrîşan re zemînê ava dike.
Di rojên borî de di çapemeniyê de vîdeoyek rû da. Behsa vîdoya ku pesnê êrîşa nîjadperest ya li hember jinên Kurd ya di twîtterê de digeriya dikim. Çibû ev êrîş? Îpek Er ya li Êlihê rastî tecawiza çawîşê pispor Musa Orhan hat û întîxar kir, êrîşa li Sakaryayê li hember karkerên Kurd, karkerên Kurd yên li Afyonê hat kuştin.
Li gorî min vîdeo bi zanebûn hat serwîskirin û sûcê li hember jinên Kurd tê kirin, pesnê wê tê dayîn, gotinên nîjadperest didomin. Nîşaneya bozkurtê dike. Qet ne biyanî ye? Ev nîşane ji aliyê Musa Orhan ve jî hatibû kirin. Çi digot Musa Orhan ‘tiştek bi min nayê, min berê jî kiribû’. Ji ber ku Kurd, jin be her tişt rewa ye û heta gumanbar tên xelatkirin. Nîjadperest jî wisa cesaretê digirin.
Gotinên nîjadperest yê ligel muzîkê dihat gotin û dihat lîstin, rastî bertekan hat. Lê dema di çapemeniya civakî de tiştek tê rexnekirin û parvekirin jî ev bêyî di ferqa wê de bin rê li ber rizandinê vedike. Dema pîvana parvekirinê tune be, em jî dibin parçeyeke tişta ku em rexne dikin.
Vîdeoyên wisa ne tesadufî ne. Evqas zêde û sîstematîke. Gelo çi armanc dike? Li pişt vê bêperwabûnê çi armanc û niyet heye?Bi hedefgirtina jinên Kurd çi tê hedefgirtin.
Çend nîşeyên hatine hişê min parve bikim. Ji ber divê em li ber vê asta rizandinê zêdetir bifikirin.
*Tişta ewil tê hişê min, polîtîkayek sîstematîk û bizanebûn a ji bo rizandina civakê heye. Pergelek serdest a mêtînger heta civakê nexîne nikare hukmê xwe bi rehetî bimeşîne. Dixwazin ku civak wisa bikeve ku neyê ser xwe.
*Nîşeya din jî bi taybet hedefgirtina jinan e. Ji ber civakîbûn bi jinan dest pê dike. Jinên Kurd yên ev bi ser xistine li Rojhilata Navîn û cîhanê rolek pêşeng û girîng dilîzin û ji ber vê hedef tên girtin. Ji ber vê jî heta ev pêşengiya bi heybet neyê şikandin serkeftin jî nabe. Ji ber vê jî vê qirêjiyên dikin dewrê.
*Nîşeyek din jî ev e. Di rojên borî de parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr gotinên Hannah Rendt parve kir. Arendt dibêje ‘Rejîmên totalîter, tabanên xwe bêahlaq dikin û dikin hevkarê sûcê xwe’. Li pey vê bêahlaqiya em dibin şahidê wê polîtîkayek wisa heye. Desthilatdarî dixwaze hevkarê sûcên wan zêde bibe.
*Mixabin çapemenî û çapemeniya civakî di rizandinê de rola sereke dilîze. Yên hinek li çapemeniya hewzê binêrin, wê fêm bikin ku ev nişfê kîndar çawa dertê holê.
Gelo civak çiqas hatiye xistin? Ev pirsek zehmet e. Divê bersiva vê pirsê em hemû bifikirin û bibînin. Bersiva herî watedar a ji bo vê jî têkoşîna jinan û parastina civakî ehlaqî ye.
Hûn kulîlka Lotus dizanin gelo? Di nav wê axê de paqij dimîne. Yanî gotina min tê vê wateyê; yên bawer dikin ku wê jinan ji bo koletiyê razî bikin, xwe dixapînin. Jinên têkoşîna azadiya jinê didin, wê civakê ji vê rizandinê xilas bikin û jiyanek nû ava bikin.