Ezmûna çapemeniyê ya bi grevên birçîbûnê re: Di polê de ma

  • 09:05 24 Çile 2021
  • Medya Kritîk
Nîşmiye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çapemeniyê yên sê meymûnan dilîze û ji xeta ku desthilatdariyê xêz kiriye dernakevin, nebêjin jî em bêjin: Li vî welatî bi hezaran girtî 59 roj e ji bo lêgerîna mafê demokratîk di grevê de ne.
 
Ji bo kesên nizane, ez dixwazim bi vê agahiyê dest bi nivîsa xwe bikim: Girtiyên siyasî ji 27’ê Mijdarê de ye di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Daxwaza wan jî ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li hemû girtîgehan bê rakirin. Girtî 59 roj in di lêgerîna maf a mirovahî û demokratîk de ne. Gelo çend kes bi vê hesiyane û dizanin? Li fakulteyên ragihandinê ji bo namzetên rojnamegeriyê rêbazên xwegîhandina nûçeyan tê fêrkirin. Lê tevî vê em dibînin ku di pratîkê de ne wisa ye. Ji ber niha li welat bi hezaran rojnameger hene lê dengê girtiyên 59 roj in di grevê de ne nabihîze. Bi rastî jî tu nirxa nûçeyê ya vê rewşê tune ye gelo?
 
Çapemeniyeke ku naxwaze daxwazan bide
 
Di dîroka Tirkiyeyê de dem bi dem grevên birçîbûnê pêk hatine û rê dane siyasetê û mohra xwe lê dane. Em zêde neçin dûr. Di 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi heman daxwazan grev hatibû destpêkirin û 200 rojan berdewam kiribû. Di pêvajoya grevê de 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Ajans û rojnameyên ku ev nivîsin jî tiliyên destekî derbas nekirin. Çapemeniya alîgir kêm be jî neçar ma van grevan bibîne lê sergirtî da. Yanî çapemeniyeke ku naxwaze daxwazan jî bide, heye.
 
Piştî jiyana xwe ji dest dan, bûn mijara nûçeyan
 
Em mînakek din jî bidin. Endama Grup Yorum Helîn Bolek, Îbrahîm Gokçek , Parêzer Ebru Tîmtîk û Mustafa Koçak bi armanca darizandinek adîlane ketin grev û rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan. Gelo çapemeniyê ev çiqas da an jî daxwaza wan ya darizandinek adîlane çiqas derxist? Gelek saziyên çapemeniyê piştî ku jiyana xwe ji dest dan, bi nûçeyekê derbas kirin. Çapemeniya alîgir ji xeta xwe ya klasîk derneket û kesên ketibûn grevê wek terorîst îlan kirin. Di roja me ya îro de gotina herî populer bawer im ‘terorîst e’. Ger ku tu li hember desthilatdariyê muxalîf bî, tu mahkumê vê etîketê ye.
 
Bû 59 roj, tenê nûçeyek nehat çêkirin…
 
Grev adi 27’ê Mijdara 2020’an de hat destpêkirin, hîna ji aliyê çapemeniya alîgir ve nehatiye destgirtin. An jî min nedîtiye. Tenê min di rojnameya Sabahê de nûçeyek der barê grevê de dît û di nûçeyê de digot hevseroka giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di koma sêyemîn a grevê de cih digire. Sernavê nûçeyê jî ‘ji bo biçe cem serkêşê terorîst ket greva birçîbûnê’ bû. Ez rastiya wê jî ji takdîra we re dihêlim.
 
Çapemeniyek ne serbixwe
 
Min hinek arşîv lêkolîn kirin û bi taybet di greva birçîbûnê ya 2012’ an de rojnameyên Huriyet, Sabah, Haber Turk, DHA der barê grevan de nûçe çêkirine û di nûçeyan de tê gotin ku dewlet pêvajoyê bi tîtîzî dişopîne. Dîsa çalakiyên hatine kirin jî hatine destgirtin. Gelo di 8 salan de çi bi çapemeniyê hat ku wisa li dijî pirsgirêkên civakê bêdeng ma? Divê bêdengiya çapemeniyê ji polîtîkayên dewletê cuda neyê destgirtin. Desthilatdariya k udi 2012’an de bi çapemeniyê re hewayek nerm diafirand, niha temehulê tiştekî nake û kelepçe li zimanê çapemeniyê xistiye.
 
Li cihê ku desthilatdarî dibêje bisekine em ê bisekinin?
 
Divê em lêpirsîn bikin ku ev kesên di girtîgehê de çima bedena xwe dane ber grev û rojiya mirinê. Ji ber pîşeya xwe û wijdanî divê ev bê lêpirsînkirin. Rojnamegerî ne ku divê daxwaz neyên dîtin. Li cihê ku desthiladarî dibêje bise, nîne. Rojnamegerî afirandina rojevê ye, agahdarkirina civakê ye. Divê rojnamegerî pirsgirêkên civakî ragihîne û bêje ‘greva birçîbûnê heye’. Lîstina sê meymunan, fêdeya wê ji kesî re tune. Ger ku em xwedî derdê ku mirovan bidin jiyîn, divê em berê objektîfa xwe bibin heqîqetê….