Bi hêza çapemeniyê re nîjadperestî mezin bû
- 09:09 16 Çile 2022
- Medya Kritîk
Semra Turan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rola çapemeniyê di demên dawî de wekî êrîşên li hember penaberan û di heman demê de yek ji sedemên esas yên zêdebûna nîjadperestiyê dertê pêşberî me.
Çapemenî wek hêza çaremîn li welatan di bûyerên tên jiyîn de dibe sedema bandorên mezin û serdestên wê vê hêzê di destê xwe de digirin. Herwiha di bedêla ku rê bidin ber civakê, ji vê hêzê fêdeyê digirin. Yên hedef tên nîşandan an jî yên tên ûmezinkirin, bi bikaranîna hêza çapemeniyê re yan bê qûsûr tên nîşandan, an tên girtin û an jî dibin hedef.
Li Tirkiyeyê jî bi dîroka komarê re bi taybet çapemeniya alîgir, ji bo zimanê nefretê bê belavkirin wek alav tê bikaranîn.
Dêrsîm, Mereş û Sêwas
Beriya komkujiyên Dêrsîm, Mereş û Sêwasê û her wiha piştî wê, çapemeniyê yên hatin qetilkirin hedef girtin û di van komkujiyan de rolek mezin lîst. Beriya komkujiya Madimakê çapemeniya herêmî axaftinên Azîz Nesîn birin manşetan û rivînên komkujiyê pêxistin û piştî vê çapemeniya alîgir yên hatin qetilkirin sûcdar îlan kir. Wê demê Huriyetê sernavê ‘Li Sêwasê serhildana Azîz Nesîn’ avêt, Mîlliyetê jî Azîz Nesîn ji komkujiyê berpirs dît û kesên hatibûn qetilkirin nedidît. Rojnameya Tirkiyeyê gotinên Azîz Nesîn yên ‘Qurana 1400 sal berê hatiye nivîsîn ne derbasdare, gel sor kir... Li Sêwasê fîtne: 35 mirî’ derxistin pêş.
Bûyer dişibin hev
De demên Baca Hebûn û 6-7’ê îlonê de çapemenî ji bo ku kêmarên Xiristiyan hedef bên girtin hat bikaranîn û piştre hedefa wan bû Kurd û Elewî. Yên herî dawî bûn hedefa çapemeniyê penaber bûn. Penaberên di behrê de wek ‘tiştek nedîtine’ di rojnameyan de hedef hatin nîşandan. Li ser vê di serî de daxuyaniyên hinek partiyên muxalîf û rêveberên deshtilatdariyê, hinek şaredaran jî ketina behrê ya penaberan qedexekir û hinekan jî populîzm bi kar anîn û ji bajaran penaber kirin der.
Zimanê çapemeniyê qetil dike
Di mehên dawîn de her tim li hember penaberan êrîş tên jiyîn û çapemenî der barê vê de yek nûçeyekê derbas nake, lê pevçûnên di navbera penaberan de diweşînin. Herî dawî li Îzmîr, Enqere û Stenbolê li hember penaberan êrîş û komkujî pêk hatin. Ev ne ji aliyê çapemeniya alîgir ne jî ji aliyê çapemeniya muxalîf ve hatin dîtin. Lê penaberên li Nevşehîr û Edenê derketin kolanan jî hedef hatin girtin. Penaber wek mirovên nayên xwestin îlan kirin.
Her tim hedef bûn
Penaber di çapemeyê de di axaftinên siyasî an jî bi nûçeyên wek ‘belaş dijîn’ cih girtin. Çapemenî li gorî feraseta siyasî ya nêzî wan e sekinî. Hinekan bi manşeta ‘em wan xwedî dikin’, hinekan jî bi manşeta ‘Mêvandarî dirêj bû, biçin malên xwe’ ew derxistin pêş. Di vir de dîsa di çapemeniyê de rêya sêyem derket plana pêş. Tenê çapemeniya azad, daxwazên penaberan pirsî û derxist pêş.