Sînorê di darizandina rojnamegeran de

  • 09:02 20 Sibat 2022
  • Medya Kritîk
 
Nurcan 4 roj şûnde derdikve dadgehê û roportajên ku dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê çêkiriye jê tê pirsîn. Ji Zeynepê jî pirsa çima binpêkirinên mafan dike nûçe tê pirsîn. Heta dozger sînoran dibezîne û dibêje ‘çima tu nûçeyên kulîlkan çênakî?’ Belê Zeynep nûçeyên kulîlkan jî çêdike lê nûçeya kulîlkên di agir de dişewitin çêdike.
 
Dîcle Muftuoglu
 
AMED - Em li dijî çend saet girtina du rojnamgerên li Stenbolê, bi hev re ‘ji rojnamegeran re azadî’ biqîrin jî, heta em binçavkirina bi rojan a du rojnamegerên kurd nekin rojev wê çapemenî azad nebe.
 
Rojeva Tirkiyeyê tije ye. Em dikarin bêjin ku rojnameger ji bo şopandina rojevê zor û zehmetiyê dikşînin. Bi taybet dema mijar dibe Kurdistan rojev hîn bêtir tije û giran dibe. Kedkarên çapemeniya azad wek nûnerên kevneşopiya ji 30 salî zêdetir, hewl didin tiştên nayên dîtin bidin xuyakirin, tiştên nehatine bihîstin bidin bihîstin û nivîsandin. Li welatekî din dirêjkirina mîkrofonê ya ji bo kesên dengê wan nayê bihîstin dibe  hinceta xelatê lê li ser axa me dibe hinceta girtin, binçavkirin û zextê.
 
Li Stenbolê du rojnameger ji cezayên wan ên hatine erêkirin diçin edliyeyê û ji wir dibin Girtîgeha Sîlîvriyê û çend saet şûnde tên berdan. Hemû rojnameger, rayagiştî ya hestiyar li ser çapemeniyên civakî balê dikşînin ser vê bêdadiyê û der barê mijarê de her rojnamerî, her televîzyon, rojname û ajansê nûçe çêkir. Rojnamegerên çend saetan hatin girtin û berdan, mîkrofon dirêjî wan tê kirin û bîranînên xwe dibêjin. Em bi hev re diqîrin ‘Rojnamegerî ne sûc e’, ‘rojnameger nikare bê darizandin.’
 
Bi ser mala wan de hat girtin û binçavkirin
 
Cudahiya di navbera herêmê û Tirkiyeyê de carek din xwe dide xuyakirin. Di 4’ê Sibatê de rojnameger Nurcan Yalçin, li Amedê, di 14’ê Sibatê de rojnameger Zeynep Durgut li Cizîrê hatin binçavkirin. Bi hinceta nûçeyên çêkiribûn du rojnamegerên kurd hatin binçavkirin û mixabin vexwendiyê edliyeyê nayên kirin, polîsên tevgera taybet bi ser mala wan de digire destê wan ji piştve kelepçe dike û binçav dikin. Her wiha 24 saetan parêzer nikarin biçin gel wan û biryara veşariyê didin ser dosyayên wan.
 
Nurcan 4 roj şûnde derdikve dadgehê û roportajên ku dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê çêkiriye jê tê pirsîn. Ji Zeynepê jî pirsa çima binpêkirinên mafan dike nûçe tê pirsîn. Heta dozger sînoran dibezîne û dibêje ‘çima tu nûçeyên kulîlkan çênakî?’ Belê Zeynep nûçeyên kulîlkan jî çêdike lê nûçeya kulîlkên di agir de dişewitin çêdike.
 
Lêpirsînkirina nûçeyan têr nake, ji bo Zeynebê şahidekî veşarî dikeve dewrê. Îdia dike ku Zeynep bi talîmatan nûçeyan çêdike.
Nurcan jî Zeynep jî binpêkirinên ku nûçeyên wan çêdikin dijîn û ji aliyê dadgehê ve bi şerta kontrola edlî tên berdan. Hevalên me çar rojan ji pîşeya xwe dûr di bin çavan de man û em ji bo berdana hevalên xwe diqîrin. Lê dengê me bersiva xwe nabîne. Binçavkirina du rojnamegerên kurd nirxa nûçeyê nahewîne. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd, her kes ‘rojnamegerî nikare bê darizandin’ naqîre. Kampanyayên li ser çapemeniya civakî mezin nabin.
 
Qanûn cuda tiştên tên jiyîn cuda
 
Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de tê gotin ku rojnamegerî peywira ‘kontrola cemawerî’ ya navbera dewlet û civakê dike. Heta di wan hevokan de tê gotin ku yek ji xeleka herî girîng a azadiya fik rû çappemeniyê ye. Li her çar aliyê welat ku her kes di nobetên edaletê de ye, bêguman rojnameger jî para xwe ji bêdadiyê digirin. Ji ber li dijî vê bêdadiyê deng nayê bilindkirin, Nurcan û Zeynep jî sûcdar tên dîtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê 65 rojnameger girtîne, bi sedan jî der barê wan de lêpirsîn û doz hatine vekirin.
 
Heta ku em qîrina ‘Rojnamegerî nikare bê darizandin’ ya li ber Edliyeya Stenbolê, em nebin Amed û Cizîrê wê çapemenî azad nebe.