Bêrîvan Yûnis: Divê Tirkiye ji sûcê şer bê darizandin

  • 10:31 14 Kanûn 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Berîvan Yûnis bang li hêzên navneteweyî kir ku têkildarî Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên ku ji rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê sûd werdigirin û êrîşî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dikin, kir û got, "Tirkiye. Divê ji ber sûcên şer ên ku kirine bê darizandin."
 
Piştî êrîşên Tehrîr El Şam (HTŞ) yên li dijî rejîma Baasê, rejîm hilweşiya, pêvajo li Rojhilata Navîn kete qonaxeke nû. Di dema ku hikûmeta nû ji aliyê HTŞ’ê ve tê avakirin, êrîşên Tirkiyê û hêzên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê di nava berxwedaneke mezin de ye, di daxuyaniyên xwe de diyar dike ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê û destkeftiyên Kurdan ew ji diyalogê re amade ne.
 
Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Berîvan Yûnis derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa dawî ya Sûriyeyê de nirxandin kir.
 
'Di êrîşan de gelek sûcên mirovî hatin kirin'
 
Berîvan Yûnis, anî ziman ku ji 26'ê Mijdarê û vir ve êrîş berdewam dikin û destnîşan kir ku bi rûxandina hikûmeta Şamê re li Sûriye û Rojava pêvajoyeke cuda ketiye nava tevgerê. Berîvan Yûnis got, “Niha hikûmeta demkî hatiye avakirin. Bi êrîşên HTŞ’ê re êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Til Rifat û Şehba Minbicê jî dest pê kirin. Ji ber êrîşan bi hezaran kes neçar man koç bikin. Li Minbicê her çendî agirbest hatibe ragihandin jî lê hê jî agahiyên êrîşan tên. Di van êrîşan de gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Jin û zarok hatin revandin, îşkence kirin, dîl hatin girtin û em dizanin ku mal û cihên kar hatin talankirin. Di heman demê de van êrîşan bandor li herêmê jî kir. Rêveberiya Xweser bi salan e ji bo herêmeke rengîn û demokratîk têdikoşe. Lê me dît ku rejîm li ber xwe neda û ket. Ji ber vê yekê em niha dibînin ku rewşek defakto heye."
 
'Metirsî li ser destkeftiyên jinan heye'
 
Berîvan Yûnis bangên rêveberiya xweser ên ji bo diyalogê bi bîr xist û got, “Em dibînin ku netewdewlet bi komkujiyên bi vî rengî rastiya xwe eşkere dikin. Lê li gel van hemûyan jî di nava vê kaosê de xeteriyeke ku destkeftî û azadiya jinê dixe metirsiyê heye. Em dibînin ku projeyên demokratîk ên ku Rêveberiya Xweser ji bo xaka Sûriye û Rojava derxistiye pêş hene. Me dît ku hikûmet nikare bibe çareserî û em pêşbînî dikin ku dê encamên xirab derbikevin holê. Ger hikûmeta nû mafê hemû gelan û jinan qebûl neke, wê vegere pergala berê. Avakirina pergaleke zayendperest, olî û neteweperest jî wê bibe dûbarekirina pergala berê. Pergala nû ya hatî avakirin di bin kontrola hêzên emperyal û di pozîsyona çavdêriyê de ye, lê tevî vê yekê jî em dibînin ku gelek bûyer diqewimin. Eger em li hemberî van rewşan bêdeng bimînin, em ê derbasî qonaxeke hîn xerabtir bibin."
 
Bang li saziyên navneteweyî kirin
 
Berîvan Yûnis diyar kir ku pergala ku Rêveberiya Xweser ava kiriye ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin û wiha berdewam kir: “Rêveberiya xweser xwedî wê hêz û tecrûbeyê ye ku dikar hemû gelan di nav xwe de bihewîne.  Hêz û îradeya wê heye ku pêşî li DAIŞ’ê bigire ku ji bo hemû cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn xetere ye. Ev ji bo hemû cîhanê mînakek e. Em wek Kongra Star xebatên xwe berdewam dikin. Em ê her tim ji bo destkeftiyên jinan têbikoşin. Tişta ku Tirkiye niha li Rojava dike sûcê şer e û hewl tê dayîn neteweyek bê tunekirin. Divê Tirkiye ji ber van sûcên şer ên ku kiriye bê darizandin. Em di vê mijarê de bang li saziyên navneteweyî dikin. Divê Tirkiye ji sûcên xwe berpirs bê dîtîn.”
 
'Divê Kurd bibin xwedî statu'
 
Berîvan Yûnis anî ziman ku divê Rêveberiya Xweser bê naskirin û wiha got: “Di pergala nû ya ku li Sûriyeyê ava dibe de divê Kurd bibin xwedî statu.  Rêveberiya Xweser di xala çareseriyê de xwedî tecrube ye, divê ev yek neyê paşguhkirin. Weke rêxistinên jinan em hewl didin rêxistinbûna xwe hîn bi bandortir bikin. Ji ber ku hê jî şaneyên razayî yên çeteyan hene. Ji bo vê jî divê em Rêveberiya Xweser zêdetir biparêzin û rêxistin bikin."
 
 

Etîketan:

jinnews Rojava