'Ya ku tê hedefkirin modela jiyana demokratîk a Rojava ye'

  • 13:27 14 Kanûn 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke çapemeniyê da û bang li raya giştî kir ku li dijî êrişan derkevin û wiha hat gotin: "Ya ku tê hedefkirin modela jiyana demokratîk a Rojava ye."
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya partiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bila qetlîamên li dijî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe" û dowîzên wekî "Li dijî dagirkeriyê Jin jiyan azadî"hat hildan. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Kurdistan wê bibe gora faşîzmê" û "Ji şer re na, niha aştî" gelek caran hatin berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleyên Elewiyên Demokratîk. (DAD) Şaxa Îzmîrê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Îzmîrê, gelek sazî û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Aysel Onen ve hat xwendin. 
 
‘Hedefgirtina Rojava nayê qebûlkirin’
 
Aysel Onen diyar kir ku bi rûxandina rejîma Esad re li Sûriyeyê ji bo gelên Rojava û Sûriyeyê derfet heye ku bi rêya diyalogê çareseriyek were dîtin û got: "Ji ber vê yekê îro ji her demê bêhtir pêwîstiya Rojava û Sûriyeyê bi diyalog û polîtîkayên çareseriyê yên li ser bingehê demokratîk heye.  Lê di demeke wiha de êrişên li dijî Rojava berdewam dikin. Bi taybet ku Rojava ji 27’ê Mijdarê û vir ve hedef tê girtin, ne tenê nîqaşên çareseriyê têk dibe, di heman demê de aloziya Sûriyeyê kûrtir dike. Di vê serdemê de ku şerê navxweyî yê Sûriyê piştî rûxandina rejîma Baas veguherî pêvajoyeke nû, nayê qebûlkirin.
 
'Şoreşa jinê hedef hatiye girtin'
 
Aysel Onen da zanîn ku modela jiyana demokratîk a Rojava bû hedef û wiha bi lêv kir: "Ya ku bû hedefa êrîşan têkoşîna enternasyonalîst, modela jiyana demokratîk û şoreşa jinê ye. Armanckirina Rojava ne tenê gelê Kurd, pêşeroja gelên Sûriyeyê jî dixe xeterê. Ji ber ku modela jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin tekane çareseriya krîzên îro li Rojhilata Navîn e. Em dixwazin tekez bikin ku; Weke DEM Partî me duh li hemberî van êrişan bêdeng neman û îro jî bêdeng nemînin. Em ê bi awayekî herî xurt parastina Rojava bikin. Bi vê wesîleyê em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."
 
'Em ê modela jiyana azad a demokratîk biparêzin!'
 
Aysel Onen da zanîn ku wan bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em li dijî êrişan derkevin û nebin alîgirê vî sûcî. Li ser vê bingehê parastina Rojava ya ku gelê Sûriyê bi taybet jin û zarokan li hember hovîtiya DAIŞ’ê diparêze, bibe bingeh û di vî warî de gavên berbiçav bên avêtin.  Li hemberî her êriş û qetlîamên li ser Rojava bê deng bûna rê li ber sûcên şer vedike. Lewma banga me ji her kesî re ye; Werin em xeta têkoşîn û berxwedanê li her qadên jiyanê mezin bikin û modela jiyana azad a demokratîk ji bo siberoja xwe hembêz bikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîketan:

jinnews Rojava