'Silav ji gelê Rojava û yên berxwedêr re'

  • 09:03 15 Kanûn 2024
  • Rojane
Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş
 
WAN - Jinan bertek nîşanê êrîşên li hember Rojava dan û gotin: “Çete jin û zarokan qetil dikin. Ev êrîş nîşaneya nefreta desthilatdariyê ya li hember gelê Kurd e. Wê hîna çiqas bidome. Ji gelê Kurd çi dixwazin. Em gelê Rojava silav dikin. Em heta dawî li gel wan in.”
 
Çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşa li hember Rojava didomînin û her diçe girantir dibe. Tevî biryara agirbestê çete êrîşan didomînin û qadên xwe berfireh dikin, li qadên sivîl komkujiyan dikin. Ji Kurdistan, Tirkiye û her derê cîhanê bertekên li dijî êrîşan didomin.
 
Jinan der barê êrîşên li hember Rojava û komkujiyên tên kirin de nirxandin kir.
 
‘Em tu car bêdeng namînin’
 
Endama meclîsa şaredariya Elbaqê Hevîdar Bayer da zanîn ku êrîşên li hember Rojava ne tenê êrîşên siyasî ne û got: “Ev êrîş di heman demê de nefreta li hember Kurdan nîşan didin. HTŞ di bin sîwaneya xwe de DAIŞ’iyan jî dixe nav şer. Li hember gelê sivîl êrîş mijara gotinê ye. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin rojeva Rojava bigirin. Em vê qebûl nakin, em bêdeng namînin. Heta em hebin em ê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Ne samîmî ne’
 
Ayten Sargul  jî bal kişand ser êrîşên li hember gel û wiha anî ziman: “Êrîşên li ser Rojava bi salane didomin. Demên dawî de tundî zêde bû. Li aliyekî dibêjin em pêvajoya nû didin destpêkirin, deriyê Îmraliyê vedikin li aliyê din êrîş dikin. Ev nayê qebûlkirin. Dixwazin Kurdan ji hev bikin. Ev neheqiye. Ev ne mirovahî ne jî mislimantiye.”
 
‘Em ê bi yekitî û  baweriya xwe bi ser kevin’
 
Ayten Sargul wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me dixapînin. DLi hember êrîşên Kurdan bêdeng dimînin. Me qetil dikin. Axa me dagir dikin. Zarokên me qetil dikin. Dewlet ne li pişta me ye. Em ê bi yekitiya xwe biserkevin. Em ê bi yekitî û baweriya xwe biserkevin. Komkujî û qetilkirin li ber çavên cîhanê tên kirin. Li ber çavê cîhanê zilm tê kirin. Çima bêdengin. Ev nayê qebûlkirin. Çi ji Kurdan dixwazin. Em ê li ser axa xwe bi zimanê xwe bijîn. Em ê berxwe bidin. Emê heta dawî li cem gelê Rojava bin.”
 
‘Bila dawî li êrîşên qirêj bînin’
 
Endama meclîsa şaredariya Rêya Armûşê Macîde Varhan jî balkişand ser rewşa tê jiyînê û wiha dirêjî dayê: “Êdî bes e, çi ji Kurdan dixwazin. Bila Kurdan tune nehesibînin. Em ê ji bo mafê xwe heta dawî têbikoşin. Em ê gelê xwe tu car tenê nehêlin. Bila destên we bikşînin. Bila dawî li van êrîşên qirêj bînin.”
 
Endama meclîsa şaredariya Artemêtê Medya Mermît jî diyar kir ku bi awayekî veşarî piştgiriyê didin DAIŞ’ê û wiha dawî lê anî: “Em ji vir nefreta li hember Kurdan dibînin. Divê demildest ev êrîş bidawî bin.”