Nobedarên li ser sînorê Qamişlo: Êrişî destkeftiyên me dikin

  • 10:03 16 Kanûn 2024
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
MÊRDÎN - Jinên ku ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava li ser sînorê Qamişlo nobetê digirin gotin: “Eger pêwîst bike em ê li hemû kolan û cadeyan bin. Yan dê dev jî êrişên xwe berdin an jî em ê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê dest ji daxwaza aştiyê bernedin. "
 
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêde dibin. Li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê ev êriş hatin protestokirin, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser sînorê Qamişlo çalakiya nobedê hat destpêkirin. Girseya li ser sînor kom bûye bi rojan e nobeda xwe bi dirûşme, tilîlî û govendê didomîne.
 
Jinên beşdarî nobeda sînor bûn û ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Heke pêwîst bike em ê li kolanan bin'
 
Emîne Koç a beşdarî nobedê bû, diyar kir ku ew li ser sînorê Rojava ne û ew û gelê Rojava bûne yek. Emîne Koç li ser pirsa çima ev şerê li dijî gelê Rojava berdewam dike got: “Em van êrişan qebûl nakin. Yan ev êriş bi dawî bibin yan jî em ê ji vir şûnde neçin. Em hemû yek in û tu Kurdekî li çar parçeyan ji yê din cuda nabe. Bi balafir û çeteyan mirovan dikujin, tiştên diqewimin em qebûl nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Ger hewce bike em ê li hemû kolan û cadeyan bin. Rojava giyanê me ye. Em jî Rojava ne. Hemû kesên hatin kuştin çi kirin? Divê dewletên navneteweyî jî serî hildin û tiştên diqewimin qebûl nekin. Ma ew van mirinan nabînin? Çi ji Kurdan dixwazin? Kurd jî wek hemû gelan nasnameya xwe dixwazin. Werin em bibin wekî her kesî. Em jî mirov in, mafên me jî hene. Divê her kes rabe ser piyan û şer bi dawî bibe. Em naxwazin kes bimire. Bila êdî xwîn nerije."
 
'Îro roja hebûn û tunebûnê ye'
 
Dayika Aştiyê Turkan Durç ku bi lacika spî beşdarî nobedê bû jî diyar kir ku ew êrişên li dijî Rojava şermezar dikin û wiha bi lêv kir: “Ev bûyerên li dijî mirovahiyê ne. Şer jî xwedî exlaqekî ye. Jin, zarok û extiyar tên kuştin. Em vî şerî naxwazin. Ez dayika aştiyê me, em aştiyê dixwazin. Em bang li çar parçeyên Kurdistanê dikin, bila Kurd hevdu biparêzin. Îro roja me ya hebûn û tunebûnê ye. Êdî bes e. Heta kengê wê bi vî rengî berdewam bike? Ger em li benda piştgiriya Ewropayê bin, bi salan e em li bendê ne û wan tiştek nekiriye, lewma em bang li komeleyên mafên mirovan dikin ku vî şerî rawestînin. Weke dayikên aştiyê em tenê aştiyê dixwazin. Bila êdî ev xwîn neyê rijandin. Em ê heta dawiyê dest ji daxwaza aştiyê bernedin. Di dawiya hemû şerên cîhanê de, aştî hebû. Em dixwazin ev şer bi aştiyê bi dawî bibe."
 
'Berxwedana Rojava bi pêşengiya jinan bû'
 
Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Gurbet Tekîn diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Rojava nobetê digirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gerefên giran hene. êrişên li ser destkeftiyên Gelê Kurd. Dewletên navneteweyî li hemberî vê yekitiya DAIŞ û dewleta Tirk bêdeng in. Dixwazin Gelê Kurd tune bikin, lê bila bizane ku Gelê Kurd ti carî ji holê ranabe. Gelê Kurd bi salan e li berxwe dide û destkeftiyên pir girîng bi dest xistiye. Dixwazin bi alîkariya DAIŞ’ê van destkeftiyan tune bikin. Êrişî jin û zarokan dikin. Weke ku tê zanîn berxwedana Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat. Dixwazin destkeftiyên di pêşengiya van jinan de hatine bidestxistin tune bikin. Li Tirkiyeyê jî qeyûm tayînkirin. Ev êriş dîsa destkeftiyên jinan û pergala me ya hevserokatiyê pêk tên. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriya Rojava bikin. Banga me ji her kesî re ew e ku her kesê dibêje xwedî wijdan e bila guh bide dengê Gelê Kurd. Bi salan e em ziman, çand, huner û welatê xwe azad dixwazin. Werin em jî wek hemû gelên din azad bijîn. Daxwaza me ev e, lê ji ber ku guh nadin wan. Dixwazin tişta ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de kir jî carekdin biceribînin. Lê em tu carî rê nadin wan. Em ê bi ser kevin." 
 
'Heta Birêz Ocalan azad nebe em ê li mala xwe rûnên'
 
Nebîha Abay diyar kir ku ew êrişên li dijî Rojava şermezar dikin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Êdî bes e. Sedema Rojava çi ye? Rojek jî tune ku mirov neyên serjêkirin. Hemû kesên hatin qetilkirin zarok û jin bûn. Çi mafê wan heye van mirovan bikujin? Weke dayikekê dibêjim êdî bes e. Parêzvanên mafên mirovan li ku ne, çima çav û guhên xwe ji tiştên li vir diqewimin venakin? 40 sal in Kurd tên kuştin. Em ê heta kengê bimirin? Em aştî û azadiyê dixwazin. Em azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Heta Birêz Ocalan azad nebe û em bi wî re li ser maseyê rûnên, ne ev şer bi dawî dibe û ne jî em ê li mala xwe rûnin. Heta ev şer bidome em ê li ber xwe bidin. Kurdek li ku be, bi awayekî êrişî wî dikin.
 
 

Etîketan:

jinnews Rojava