Berdevka CGT Arnaiz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bixebitin

  • 14:59 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji berdevkên CGT'ê ku yek ji sendîkayên herî mezin ên Spanyayê ye Carmen Arnaiz got, "Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriyeke siyasî bixebitin."
 
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de tê meşandin, yek ji konfederasyonên herî xurt ên sendîkayên karkeran a Spanyayê CGT (Confderacion del Trabajo) bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û çareseriya polîtîk" panelek li dar xist. Panel li paytexta Spanya Madrîdê li avahiya CGT'ê pêk hat. Nûnera Kongra Star a Ewropayê Ronash Shexo weke panelîst amade bû. Di çalakiyê de ku gelek sendîkavan û endam amade bûn, wêne û afîşên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
 
Nûnerê Madrîdê yê CGT'ê Cecu di destpêka panelê de axivî û qala aliyê siyasî û dîrokî yê Kurdistanê kir. Her wiha bal kişand ser tecrîda 25 salan a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku panel di çarçoveya pengava "Azadî ji Abdullah Ocalan re" tê lidarxistin. Cecu girîngiya tevlîbûna her kesî ya li panelê destnîşan kir û got, perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan ji bo gelan çavkaniya sûdwergirtinê ye.
 
Ronahs Shexo jî li ser sîstema wekhev, komunal, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya li Rojava agahî da û diyar kir ku sîstema li Rojava li ser rexnekirina netewe dewlet û desthilatdariyê ava bûye. Ronash Shexo ragihand ku dewlet û desthilatdaran nirxên demokratîk têk birine û li hemberî vê yekê wan sîstemeke alternatîf ava kirine.
 
Ronash Shexo destnîşan kir ku şoreşa Rojava bi bicihanîna paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.
 
Ji berdevkên CGT'ê û Sekretera Karên Civakî Carman Arnaiz jî diyar kir ku ji destpêka pêngavê û vir ve ew bi Gelê Kurd re ne û bûne parçeyek ji kampanyayê. Carmen Arnaiz işaret bi girîngiya kampanya navneteweyî kir û got, "Me name ji CPT re şand. Em tevlî meşan bûn. Em hîn jî dibînin ku sazî neketine nava liv û tevgerê. Ji bo serketina vê pêngavê em li ser pirsa 'Em hîn dikarin çi bikin?' nîqaşê dikin. Em nîqaş dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî hîn bêhtir dikarin çi bikin. Em dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li qadeke hîn berfireh belav bikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî û encamwerrgirtina ji kampanyayê em ê bixebitin."
 
Piştî panelê ji bo silavkirina pêngava navneteweyî wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan.