10'ê Kanûna 2020'î: Rojnameger Malalai Meyvand hat qetilkirin
- 09:01 10 Kanûn 2024
- Di Dîrokê De Îro
Berdevkê Walîtiya Nangarharê, Ataullah Hogyani bi daxuyaniya da çapemeniyê diyar kir Malalai ya di televizyona Enikaasê dixebitî li nava bajêr ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye kuştin. Hat gotin ajokar û Malali jiyana xwe ji dest dane û kesên ku êriş girtiye ser xwe derneketiye. Di meha dawî de li welêt sê rojnameger bi suikastê hatibûn kuştin. Yama Siyavaş û Elyas Dai li wîlayetên Kabil û Helmand hatin kuştin.
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
1833: Ji avakarên Komeleya Mafên Mulkuyeta Jinên Zewicî ya di 1873'yan de hat avakirin, Anna Lovisa Eleonora ya ji Siwêdê ji dayik bû.
1869: Li Eyaleta Wyoming a ABD'ê jinên spî mafên xwe yên bikaranîna deng bi dest xistin. Wyoming bû eyaleta yekem a mafê bikaranîna deng a jinê da wê.
1932: Jinan li Taylandê mafê xwe yê bikaranîna deng û hilbijartinê bi dest xistin.
1938: Nivîskara Emerikayî Pearl S. Buck, bi romana xwe ya bi navê “The Good Earth” (Cîhana Baş) Xelata Edebiyatê ya Nobelê girt. Pearl S. Buck, ji ber heman berhema xwe di heman demê de di 1932'yan de Xelata Pulitzerê jî girtibû.
1976: Xwendekara Fakulteya Zîraatê ya Zanîngeha Enqereyê Aynur Sertbudak 44 sal berê, îro ji aliyê ulkucuyan ve hat qetilkirin. Ulkucuyan gule li wesayeta xwendekarên şoreşger barandin. 2 endamên Ulku Ocaklari hatin girtin. Hemû fakulte û dibistanên bilind ên girêdayî zanîngehê ket betlaneya bêdem.
2003: Aktivîsta Mafên Mirovan û Nivîskara Îranî Shirin Ebadi, Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Shirin Ebadi, di cîhana îslamê û Îranê bû jina yekem a Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Shirinê li ser mafên jin û zarokan û penaberan xebat kirin. Di 23 saliya xwe de bû yekem jina li welatê xwe bû parêzer. Her wiha bû dadmenda yekem a yekem a welatê xwe. Ji aliyê Rejîma Humeynî ji kar hat girtin. Bi hinceta rexneyên li rejîmê kiriye di 2000'î de ket girtîgehê.
2013: Di 19'ê kanûna sala 2000’ê de bi navê "Operasyona vegera jiyanê" li girtîgehan qetliamek pêk hat. 20 jinên ku li Girtîgeha Canakkalê hatin îşkecekirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME, ji ber ku îşkence pêk hat Tirkiye sûcdar dît û tazmînata manevî û mesrefa dadgehê li Tirkiyeyê birî.