Ceza li keseke jina Êzidî dîl girtibû, hat birîn

  • 11:01 12 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Laheyê ji ber ku jineke êzidî “dîl girtiye” 10 sal cezayê girtîgehê li Hasna A. birî.
 
Dadgeha Den Haagê li jina Hollandî Hasna A. ya ku piştî ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê bû jineke êzidî  li Sûriyeyê dîl girtibû, bi 10 sûcên “esaretê”, “endamtiya rêxistina terorê”, “teşwîqkirina sûcên terorîstî” 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Dadgehê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku "Dîlgirtina jina Êzidî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
 
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2015'an de hin herêmên Rojava û Sûriyeyê dagir kirin, Hasna A. bi kurê xwe yê 4 salî re çû Sûriyeyê. Hasna A. jineke Êzidî wek kole girtibû. Hasna A. di Mijdara 2022’an de tevî 11 jinên Hollandî û 28 zarokên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegeriyan Hollandayê. Ev jin piştî ku hatin ser axa Hollandayê hatin girtin.