Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin

  • 11:07 12 Kanûn 2024
  • Hiqûq
STENBOL - Doza ku der barê Rojnameger Zeynep Kuray de ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" tê darizandin, ji bo dosya bê lêkolînkirin taloqî rojekê hat kirin.
 
Yekemîn danişîna doza ku di navbera salên 2014-2023’an de bi hinceta “propagandaya terorê” li rojnameger Zeynep Kuray hatibû vekirin li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de Zeynep Kuray û parêzera wê Hazal Sumeli amade bûn. Rûniştinê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir.
 
Zeynep Kuray a ku ewil di danişînê de axivî, sûcdariya ku li wê tê kirin red kir. Zeynep Kuray got, “Ev doz nikare bibe dozeke propagandayê. Ev doz xebateke rojnamegeriyê ye. Ji ber vê yekê ev doza azadiya derbirînê ye."
 
Parêzera Zeynep Kuray, Hazal Sumeli ji bo lêkolîna dosyayê dem xwest.
 
Dadgehê daxwaza demê ya Parêzer Hazal Sumeli qebûl kir û danişîn taloqî 4'ê Adara 2025'an kir.