Girtiya nexweş Nazîme Avras ya 56 salî 9 meh e nayê tahliyekirin

  • 09:06 13 Kanûn 2024
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
WAN - Keça girtiya nexweş Nazîme Avras ya 56 salî ku tevî înfaza wê temam bûye ji aliyê lijneya Girtîgehê ve nayê tahliyekirin, Mizgîn Avras wiha got: “Ev rewş nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş nîşan dide. Lijne ji dayika min re dibêje ‘ji ji ber sûcê te kiriye poşmanî an na?’. Dayika min dibêje ez ne poşmanim. Tahliyeya wê ji ber vê tê astengkirin. Dadger biryara tahliyeyê dide lê lijne red dike.”
 
Girtiya nexweş a siyasî Nazîme Avras ya 56 salî li girtîgeha Jinan a Sîvrîce ya Xerpêtê sê meh e girtiye. Nazîme nexweşiyên wê yên panîk atak û dil heye. Ligel vê nexweşa tansiyon û şekir e. Nazîme yek ji girtiyên nexweş û tevî înfaza wê temam bûye ji aliyê lijneya çavdêrî û şopandinê ya girtîgehê ve nayê tahliyekirin.
 
Keça Nazîme Avras, Mizgîn Avras der barê mijarê de axivî.
 
‘Bi pêkanînên kêfî dayika min tahliye nakin’ 
 
Mizgîn Avras daxuyakirin ku dayika wê nazîme di 2016’an de hatiye girtin 5 sal şûnde hatiye tahliyekirin lê du sal şûnde bi îdiaya endamtiya rêxistinê 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Mizgîn Avras wiha got: “Cezayê wê piştî hat erêkirin  bi10 rojan biryara girtinê derbarê wê de hat dayîn. Dayika min çû teslîm bû. Gotin wê demek kurt de bê berdan. Lê lijne bi pêkanînên kêfî tahliye nake.”
 
‘Ev rewş nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş nîşan dide’
 
Mizgîn Avras wiha berdewam kir: “Dayika min ji ber stresê nexweşiya panîk atak û dil pê re peyda bûye. Nexweşa şekir û tansiyonê ye. Ji ber temen rewşa wê her diçe giran dibe. Şert û mercên girtîgehê bandorê lê dikikin. Ev rewşa tê jiyîn nêzîkatiya li hember girtiyan nîşan didin. Daxwaznameyên me tên redkirin.Niha lijneyê sê meh tahliye dirêj kir. Me îtîrazê ceza kir. Dadger qebûl kir lê lijneyê red kir.”
 
‘Xwarinên wan xerabin’
 
Mizgînê wiha bi lêv kir: “Li wê girtîgehê her girtî divê karekî bikin. Dayika min rewşa wê nebaşe. Havînan girtiyan ji koxuşan derdixin derve û deriyan digirin. Dayika min heta êvarê li ser piyan dimîne. Ne baxçe heye ne bank heye. Girtî bi dorê li banqên heyî rudinin. Xawerinên wan gelek xerabin. Jê kurm û titşên din derdikevin. Li tu devera cîhanê pêkanînek wisa tuneye. Ez bang li rayedaran dikim. Divê demildest mafê girtiyan bên dayîn û edalet pêk bê.”