Jin xwe li dijî polîtîkayên dijminê jinê pêş dixînin

  • 09:04 15 Kanûn 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya 
 
AMED - Yek ji navendên ku jin lê derfeta fêrbûna pîşeyî û aboriyê bidest dixin, Mala Bariş Bîlgî ya ku şaredariya Peyasê ava kiriye. Jinên li wir diyar kirin ku hem pîşeyê fêr dibin û rehabîlîte dibin.
 
Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyê ku hatibûn xespkirin ji nûve girt, dest bi xebatên kirin û saziyên ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin ji nû ve vekirin. Her wiha xebatên ji bo vekirina saziyên jinan djî didomin. Yek ji van şaredariyan ya Peyas a Amedê bû. Şaredariya Peyasê Mala Bariş Bîlgî vekir û jin li vê navendê pîşeyê fêr dibin û nexweş û dirûnê, hunera destan fêr dibin.
 
Mamosteya hunera destan a Mala Bariş Bîlgî Halîme Tekdag diyar kir ku xwendekarên wê yên nexweşên pençeşêrê hene û navend li aliyekî wan rehabîlîte dike û wiha dirêjî dayê: “Em li vir têlkariyê jî bi jinan re dikin. Bi têlkariyê em berhemên xweş dedixin holê. Em bi van berheman qezencê bidest dixin. Jinan ji ber vê ev qad tercîh kirin. Tenê perwerda qursê nayê dayîn. Dema pirsgirêkên jinan hebin em nîqaş dikin. Jin li vir kêfxweşin. Xwendekarek min ya nexweş heye. Dema tê vir dibêje  ev der ji wê wek terapiye.”
 
 
‘Jin dibêjin em kêfxweş in’
 
Halîme Tekdag wiha dirêjî dayê: “Jin li vir pir kêfxweş in. Beriya qursê jinan têlkarî nizanibûn. Mereq dikirin. Berhemên min eleqeya wan kişandin. Jinan bi vî awayî dest bi qursê kirin. Jin dixwazin berhemên çêdikin bifroşin. Qursa me wê 3-4 mehan bidome. Hefteyê du rojan em qursê didin. Jin zarokên xwe ji mamosteya atolyeyê re dihêlin û perwerdehiya xwe digirin. Divê navendên wisa zêde bibin. Jin daxwaz dikin. Em kêfxweşin. Niha her tişt baş derbas dibe. Em dixwazin hîn baştir be. Dixwazin xwe pêş bixînin.”
 
 
‘Piştevanî heye’
 
Gulseren Doner ya tevli qursê bûye da zanîn ku li qursê tenê perwerdehiyê nagirin û ligel vê piştevanî heye û wiha vegot: “Di bin şertên giran de ev qurs vekirin. Em tên vir fêdeyê dibînin. Bila hemû jin bên fêdeyê bigirin. Em tenê têlkdariyê nakin. Em her tiştî dikin. Em aboriya xwe qezenc dikin. Em bi hev re di piştevaniyê de ne. Em tiştekî bizanibin em ji hev re parve dikin.Em dixwazin derfet bê dayîn ku em berhemên xwe bifroşin. Ev derfet bê dayîn baş e.”
 
 
‘Êdî cilên xwe ez didrûm’
 
Esmer Yilmaz ku ew jî di qursa têlkariyê de cih digire wiha vegot: “Em li vir hem karê xwe dikin hem piştevaniyê de ne. Min bi dirûnê dest pê kir. Niha li vê qursê me.Ji bo xwe baş hîs bikim têm vir.Dema nû hatim tirsa min hebû min got ez nikarim bikim. Lê min şikandin. Ez cilên xwe êdî bixwe didrûm. Ji derve nagirim.”
 
Jina bi navê Mevlude Koç ku ew jî di qursa dirûnvaniyê de cih digire wiha bi lêv kir: “Ez pir kêfxweş im. Min li vir dest bi qursa dirûnê kir. Ez dixwazim maşîneya dirûnê fêr bibim. Hefteyê du rojan têm vir. Mamosteyên me pir baş nîşanê me bidin. Em dixwazin qursên wisa ji bo jinan zêdetir vebibin.”