Projeyên der barê welidînê de destkeftiyên jinan hedef digirin

  • 09:02 16 Kanûn 2024
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ayşe Toksoz da zanîn ku projeyên der barê welidînê de serdestiya mêr û zayendperetiyê xwedî dike, destkeftiyên jinan hedef digire. Ayşe Toksoz got divê polîtîkayên jiyaneke baş bên şopandin.
 
Cigirê serokwezîr Cevdet Yilmaz di 23’ê cotmehê de daxuyand ku wê li dijî ‘ketina leza welidînê’ Lijneya Bilind a Nifûsa Demografîk ava bikin. Nivîskar Ayşe Toksoz der barê mijarê de axivî û diyar kir ku di vê mijarê de aborî gelek bi bandor e û bal kişand ser aliyên zayendperest, nîjadpreest ên li ser tezên leza welidînê. Ayşe Toksoz diyar kir ku bi van polîtîkayan destkeftiyên jinan hedef tên girtin. 
 
‘Aliyê nîjadperest ên tezên leza welidînê’
 
Ayşe Toksoz der barê avakirineke Lijneya Bilind a Nifûsa Demokrafîk de axivî û wiha got: “Li gelek deverên cîhanê der barê welidînê de tez hene û aliyên nîjadpest û dijminahiya li hember jinan heye. Mijar ne nifûs bi lez zêde nabe ye. Mijar di nav nifûsê de koma tê xwestin zêde nabe ye. Ev aliyê nîjadperest yê mijarê ye. Îro li DYA û welatên Ewropayê tirsa ku rêjeya penaberan derkeve ser sipiyan heye."
 
‘Hedefa esas jin in’
 
Ayşe Toksoz ev tişt bi lêv kir: “Sedema ketina welidînê aborî ye. Bêguman  femînîzm û piyasa hêza kar a bi pere jî bandor dike lê jinên ji bo tasarufa xwe zarokan çênakin hene. Ev hejmar jî her diçe zêde dibe bawer im. Di salên dawî de krîza aborî bandorek mezin li ser jiyanê kir. Derfetên mirovan qels bûn. Li Tirkiyeyê ji kirê bigirin heta xurekan, tenduristî û pewerdeyê her tişt zor û zehmet bûye, derfet ji mirovan re nemaye. Ji ber vê jî ne zehmet e ku mirov nebînin jin naxwazin bibin xwedî zarok. Şert û mercên ku malbat zarokan çêbikin, kêm in.”
 
‘Sermaye ji hilberînê qut bûye’
 
Ayşe Toksoz balkişand ser teşwîqirina welidînê û bandora dewletê ya li ser demografiyê nirxand. Ayşe Toksoz di vê mijarê de jî wiha got: “Hewldanên di alî çêkirina zekaya çêker, li gorî min hîna pir pêş neketiye. Zekaya çêker di piyasê de hîna ne bi banor e. Qadek kedê ya mezin afirand. Salên pêş de jî nizanim wê çi bibe. Di vir de mijara esas sermaye ji hilberînê qut bûye, tekelên teknolojîk di bin kontrola wan de ye û ev hem piyasa kedê vediguherin û hem jî destûrê didin bilindbûna sermaya newekhev. Ev ji bo van hewldanan tenê dibêjim gotin in. Bêguman bandora aborî ya li ser jiyanê heye. Wezîr Cevdet Yilmaz gotibû sedema betaliyê jin in. Berê jî Mehmet Şîmşek gotibû. Bawer dikim Erdogan jî heman tişt gotibûn. Erdogan bi salan berê gotibû divê her kes herî kêm sê zarokan çêbike, lê kes nekir xwedî sê zarok.”
 
'Jin hepsê malê kirin'
 
Ayşe Toksoz wiha dirêjî dayê: “Beşek mezin a tevli hêza kar dibin jin in. Ji wan jinan re gotin biçe kar vegere malê, wê darbeyek cidî li rehetiya malê bixe. Jin hepsê malê kirin û ev makuldîtin bedela wê hîn bêtir giran e, di şertên îro yên xizaniyê de jî ev baş tê dîtin. Ev pirsgirêkek girîng e. Jinên îro dixebitin azad in an na. Bersiva wê bi rastî ez nizanim. Em hemû baş dizanin ku hemû gotinên fitratî û malbatî wek binpêkirin û tundî li mirovan vedigerin.”
 
Bandora li ser jinan 
 
Ayşe Toksoz gotinên Cevdet Yilmaz ên der barê welidînê de jî nirxand û wiha got: “Beguman îfade û niyetên mirovan hene. Cevdet Yilmaz jî ji bo berjewendiyên xwe û nêrîna cîhanê dixwaze hinek guherînan bike. Xwendina niyeta wî jî ji min re nakeve. Ne jî dixwazim bêjim ku bi van gotinan rê li ber guherînên mezin vedike. Lê bi rehetî dikarim bêjim ku ev gotin pir nas in û ji jiberbûna rastgirt tê. Em li pêşerojê binêrin ev pir baş tên dîtin. Bi welidinê welatparêziyê wekhev dikin. Ev bandorek mezin li ser jinan dike. Ji ji ber jin zarokan çênakin vê gilî dikin û wek maf bixwe re dibînin.”
 
Polîtîkayên ku jiyaneke baş pêşkêşî her kesî dike 
 
Ayşe Toksoz wiha dawî lê anî: “Divê em dawazên xwe ji pesên piyasa hêza kar a kapîtalîzmê dûr bigirin. Divê hêviya me sînorên kapîtalîzmê derbas bikin. Nîqaşên guhertina polîtîkayê divê veneguhere bazara welidînê. Divê polîtîkayên ku jiyaneke baş pêşkêşî her kesî dike bên afirandin û şopandin.”