HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
- 11:42 16 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinên Cîwan a HDK’ê pankarta “Dê jinên berxwedêr qedera Rojhilata Navîn diyar bikin” bi Pira Yuzuncu Yilê ya Îskan Evlerî ya Enqereyê ve daliqandin û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Meclisa Jinên Ciwan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta protestokirina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û polîtîkayên şer û dagirkeriyê, pankarta “Dê jinên berxwedêr qedera Rojhilata Navîn diyar bikin” bi Pira Yuzuncu Yilê ya Îskan Evlerî ya Enqereyê ve daliqandin.
Meclisa Jinên Ciwan a HDK’ê li ser hesabên xwe yên "Înstagram" û "X"ê, wiha got: “Em dizanin ku berxwedan û têkoşîna jinan a enternasyonal xwedî hêza veguherandina civaka Rojhilata Navîn e. Mîna li Rojava, dê qedera Rojhilata Navîn jî jin diyar bikin.”