Ji Goristana Xerzanê ber bi Kilyosê: Têkoşîna 7 salan
- 09:02 17 Kanûn 2024
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Di 8-17'ê Kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li Taxa Oleka Jor a Bedlîsê hat hilweşandin û cenazeyên goristanê di qutuyên plastîk de di binê peyareyên Goristana Kilyosa li Stenbolê veşartin. Tevî ji ser vê bûyerê 7 sal derbas bûye jî lê belê hîn cenazeyên radestî malbatên wan nehatine kirin hene.
Di 8-17'ê Kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li Taxa Oleka Jor a Bedlîsê hat hilweşandin û 267 cenazeyên aîdî PKK'yîyan bûn di 19'ê Kanûnê de li goristanê di qutuyên plastîk de di binê peyareyên Goristana Kilyosa li Stenbolê veşartin. Demek dirêj nehat zanîn ku cenaze birine ku derê, bi daxuyaniya Walîtiya Bêdlîsê ya di 2'ê Çileya 2018'an de hat hînbûn ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê.
Di 7 salan de tenê 30 cenaze hatin teslîmkirin
Hate diyarkirin ku cenaze demekê li ATK'ê hatin hiştin û piştre li bin peyarêya beşa ji bo bêmalan a li Goristana Kilyos a Stenbolê hate definkirin. Malbatên ku xwestin cenazeyên xwe wergirin û ji bo vê yekê têdikoşiyan mînakên xwînê dan. Piştî 7 salan jî hejmara cenazeyên ku radestî malbatên wan hatine kirin di navbera 20 û 30’î de ye. Têkoşîna malbatên ku dixwazin cenazeyên xwe werbigirin hê jî didome.
Cenazeyê ewil piştî 61 rojan hat girtin
Bavê Şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a di sala 2014'an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li heman goristanê hat definkirin Lezgîn Bîngol, diyar kir ku li ser daxwaznameya ku pêşkêşî walîtî û cendirmeyê kiriye cenaze birin ATK'a Stenbolê û bi nivîseke li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji raya giştî re ragihand. Di encama têkoşîna malbatê de cenazeyê Dîlan Bîngol piştî 61 rojan hate wergirtin û li navçeya Tetwanê ya Bêdlîsê hate definkirin.
Cenazeyekî dinê jî di 5'ê Sibata 2018'an de hat teslîmkirin
Cenazeyê Celal Ovmen ê di sala 2015'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê li Amedê radestî malbatê hat kirin û li Goristana Garzanê hat definkirin. Cenazeyê Celal Ovmen ê ku piştî êrîşê birin ATK'a Stenbolê, di 5'ê Sibata 2018'an de radestî malbatê hatibû kirin. Cenazeyê wî birin gundê Sîpana Jêrîn a navçeya Elcewazê ya Bedlîsê ku malbata wî lê diman û li wir hate definkirin.
Di 13’ê Kanûna 2019’an de 10 cenaze radestî wan hatin kirin
Di 12'ê Kanûna 2019'an de 11 malbat ji bo cenazeyên xwe wergirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn. Serdozgeriya Komarê biryar da ku cenaze radestî malbatên wan bikin. Li ser vê yekê malbatan belgeyên pêwîst pêşkêş kirin. Piştî bidawîbûna prosedurên malbatê di 13'ê Kanûna 2019'an de ji bo cenazeyên xwe bigirin çûn Goristana Yetîm-Dera Kilyos. Ji cenazeyan tenê 10 cenazeyên ku bi hev re DNA'yê wan hebû radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê Huseyîn Doner bi hinceta ku belgeyên pêwîst negihiştin rayedarên Midûriyeta Goristanê, radestî malbatê nehat kirin.
10 cenaze hatin teslîmkirin
Navê 10 kesên ku cenazeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin wiha ye: Ferhat Can (Ferhat Garzan), Burhan Altintaş (Numan Tatvan), Fedakar Turan (Vecîp), Faysal Bîngol (Herekol), Mehmet Reşît Karakoç (Gabar) û Necla Karabay (Zekiye) cenazeyên Ahmet Doner (Edîp) û Behzat Yildirim (Kanî) li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatin definkirin. Cenazeyê Mûzeyyen Gordegirî (Bêrîvan) li Êlîhê û cenazeyê Nadîre Elma (Nalin) jî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatin definkirin.
Piştî 2 salan cenaze hat dayin
Cenazeyê Faydan Yeşîlırmak di 23’ê Tîrmeha 2020’î de ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenazeyê Faydan Yeşîlîrmak ê di sala 2014'an de li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, piştî 2 salan piştî ku mînaka DNA'yê li hev hat, ji malbatê re hat ragihandin. Malbatê cenaze wergirtin û li Goristana Yayla ya li Hapipler a navçeya Sultangazî defin kirin.
Cenaze di qutiyeke plastîk de hat veşartin
Cenazeyê Leyla Kaya di 9'ê Sibata 2021'ê de di encama hevgirtina nimûneya DNA'yê ya dayika wê Halîde Kaya de hat wergirtin. Cenazeyê Leyla Kaya ya ku di qutiyeke plastîk de radestî malbatê hat kirin, li gel qutiya plastîk bi kefenê hat definkirin.
Hêj bi dehan cenaze radestî malbatan nehatine kirin, têkoşîna malbatan a ji bo wergirtina cenazeyan didome.