
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
- 10:08 17 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
HEWLÊR - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi dawî bû.
Serdanên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kiribû yê li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de şandeyê îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtina li ofîsa Barzanî hat kirin, bi dawî bû.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.
Piştî hevdîtinê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir ku di nava heyetê de jî cih girt, daxuyaniyeke kin da.
Keskîn Bayindır ev tişt anî ziman: “Kedkarên çapemeniyê yên hêja, ez we bi rêzdarî silav dikim. Şanda me îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Me civîneke pir bi hêvî û biratî pêk anî. Di hevdîtina me de Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re xwedî helwesteke erênî û niştimanî bûn û ji bo pêşxistina çareserî û çareseriya pirsgirêka kurd bi biryar bûn.
Eger li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çareserî pêş bikeve, ev yek ji bo pêşeroja gelê Kurd gelekî girîng e. Pêdiviya gelê Kurd bi çareserî û aştiyê heye. Hêviya hemû dînamîkên Kurd ew e ku çareserî pêş bikeve. Di vê hevdîtinê de birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo pêşxistina çareserî û aştiyê dê piştgiriyeke mezin bidin. Em ji gelê xwe re radigihînin ku sazî û rêxistinên Kurdistanî ji bo ku ev pêvajo ber bi aştî û çareseriyê ve biçe, wê hewl bidin. Em ji bo piştgiriya Nêçîrvan Barzanî gelek kêfxweş in, em gelek spasiya wî dikin.”