
Li kolanên Wanê daxwaza aştiyê
- 09:02 22 Sibat 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş-Memîhan Zeydan
WAN - Jinan derbarê tayînkirina qeyûman de nirxandin kirin û diyar kirin ku qeyûm dijhiqûqî ye.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeke mezin a dengan Şaredariya Bajarê Mezin û 14 şaredariyên navçeyan hemû bidest xistibûn. Ewil qeyûm tayînê şaredariya Mîksê hat kirin û piştre di 11’ê Sibatê de ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve li hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeytan 3 sal û 9 meh ceza hat birîn. Piştî vê gel li be avahiya şaredariyê nobet dan destpêkirin. Di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînê şardariyê hat kirin. Bertekên li dijî qeyûman didomin.
Jinan der barê tayînkirina qeyûman de nirxandin kirin û diyar kirin ku tayînkirina qeyûman neheqiyeke li dijî gel e.
Zekiye: "Em ji bo çarseriyeke baş dua dikin. Divê wisa nebûya. Em azadiyê dixwazin.”
Dîlan Hacan: “Qeyûm zilmin, dîlgirtine. Em hemû dîlgirtîne û çi tê serê me ji vê tê. Em li dijî qeyûman mafên xwe dixawzin. Em tiştekî din naxwazin. Niha rewşa em dijîn eve ku bi zor mafê me tê xespkirin.”
Nurcan Utuş: “Qeyûm heqeret in. Çima ev heqeret li me tên kirin? Êdî bes e. Em her hilbijartin diçin ser sindoqan û lê vala ye. Aştî xweşe. Kî aştiyê naxwaze? Em hemû dayikên Kurdin û aştiyê dixwazin.”
Behîce Utuş: “Ez aştiyê dixawzim. Çima ev dijhiqûqî tê kirin. Tişta em dijîn zilm e. Em di televîzyonan de dibînin, polîs ezyet li jinan dike. Bila xwedê qebûl neke.”
Mayîse Yalçin: “Bila her du alî li hev bikin. Em aştiyê dixwazin. Em tiştekî din naxwazin. Em qeyûman naxwazin aştiyê dixwazin. Bila xwedê vê zilmê qebûl neke.”
Hahriye Kipçak: “Em her tim diçin ser sindoqan. Yê dengên têr digirin divê bibin hevşaredar. Lê ev hiqûmet ne dengan ne qanûnan nas nakin. Em jî qebûl nakin.”