ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 11 Temmuz 2025
  • Rojev
*Aktîvîstên TJA’yê der barê Manîfestoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kiriye de axivîn û got komîsyona tê fikirîn li meclîsê bê avakirin divê demildest bê avakirin. Jinan gotin gel û jin ji Abdullah Ocalan bawer dikin. DÎMEN HEYE 
 
*Em bi vê dibînin ku mirin û jiyan ne dijberên hev in û cudahîbûnek e. Em nirxa hebûnê hîn baştir fêm  dikin û em li dijî dîlgirtin û tecrîda hebûna xwe derdikevin. JINEOLOJÎ
 
*Bella Ahmad ya ji civaka Bordî Zhinanî a Azad e, pêvajo û bandora wê ya li Başûr nirxand û got: “Serkeftineke di riya aştiyê de bê guman wê ji bo Başûrê Kurdistanê jî erênî be. Niha divê bi yekitî û mutabakatê bersiva bangê bê dayîn, ji bo jiyaneke demokratîk divê em hemû li pêş asteniyên li hember pêvajoyê bisekinin.”
 
*Dayika Gulîstan Ozdemîr a ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Emîne Ozdemîr da zanîn ku tevî hemû êş û qetilkirinan ew ne di tolgirtinê de di aştiyê de bi israr in. DÎMEN HEYE
 
*Abdullah Ocalan piştî 26 sal şûnde çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demoratîk’ de manfestoyek parve kir. Jinan der barê manîfestoyê de axivîn û diyar kirin ku ev gavek saxlem û erêniye û daxwaza aştî û demokrasiyê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji dayikên Şemiyê Hanim tosun diyar kir ku tevî hemû êşê ew aştiyê dixwazin û got: “Hemû welat deyndarê dayikên şemiyê, dayikên aştiyê û hemû dayikan e. Riya aştiyê ji Qada Galatasarayê derbas dibe.” DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedaran der barê banga nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û gotin divê dewlet gavê bavêjin û gotin avakirina civaka demokratîk bi têkoşîna hevpar a gelan pêkan e.DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Eva Schonveld banga duyemîn a Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê wekî "pêşengiyeke di dîrokê de cara yekem dikare bê dîtin " bi nav kir û tekez kir ku aştî û demokrasî tenê bi wêrekiya exlaqî ya bilind dikarin werin avakirin.