
'Newroz bûye sembola xelasiya ji zilm û zordariyê'
- 09:14 23 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên ji pêkhateyên cuda yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Newroz pîroz kirin û gotin:"Newroz bûye sembola xelasiya ji zilm û zordariyê."
Jinê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tevli şahiyên Newrozê bûn diyar kirin ku ew banga serfiraziyê dikin û gotin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê her têbikoşin.
'Me hêza xwe ji felsefeya Rêbertî girtiye'
Rohêv Mihemed hestên xwe bi ajansa me re têkildarî Newrozê parve kir û wiha got:" Em Newroza 2025'an li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îro bi saya Rêbertî û felsefeya wî ya aştiyane me karîbû li ser lingê xwe bisekiniya û li hember zordariyê serî hildin. Me hêza xwe ji felsefeya Rêbertî girtiye. Heya ku em Rêberê xwe rizgar dikin û di nava xwe de dibînin em ê têbikoşin. Rêbertî piştgiriyek tam da jinê lewma ji me têkoşîn tê xwestin da ku em Rêberê xwe azad bikin."
'Em banga azadî û serfiraziyê dikin'
Di heman demê de jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Sewsen Elî ku cara yekem di şahiyên Newrozê de amade dibe wiha bi dilxweşî hestên xwe anî ziman:"Li vir ji pêkhateyên cuda kes bi hev re govendê digerîne. Em kêfxweş dibin. Em banga azadî û serfiraziyê dikin. Her wiha netewên ku vê rojê pîroz nakin divê ew jî rastiya vê rojê nas bikin û her sal pîroz bikin."
'Newroz bûye sembola xelasiya ji zilm û zordariyê'
Sewsen Elî wiha dirêjî da axaftina xwe û got:"Ev tax cihê coş, vejîn û jiyanê ye cihê aştî û hezkirinê ye. Newroz bûye sembola xelasiya ji zilm û zordariyê. Niha gelek kes ji pêkhateyên cuda Newrozê pîroz dikin. Mînak ev e."
'Hewcedarî bi têkoşînê heye'
Sewsen Elî diyar kir ku Sûriyeya nû heya bibe Sûriyayeke azad pêwistî bi têkoşînê heye û wiha dewam kir:"Îro Sûriye ber bi guhertinan ve diçe lê heya ku ev Sûriye bibe Sûriyeke azad divê rihê têkoşînê di xwe de vehewîne, hembêz bike. Pêwistiya me bi hezkirin û wekheviyê heye her wiha ya girîng divê em hemû hevdu qebûl bikin, em ji nasneme, dîrok, çand û olên xwe yên cuda rêzdar bin."
'Divê ji tecrubeyên jinên kurd sûd bê wergirtin'
Di dawiya axaftina xwe de Sewsen Elî qala qehremantiya jinên Kurd kir û wiha got:"Îro jinên Kurd gavên pir mezin, dîrokî bi qehremantî avêtine. Ne tenê di Sûriyeyê de lê belê li perçeyên ku jinên Kurd tê de dijîn pêşengiyê dikin. Ji ber ku jinên Kurd xwe li ser felsefeyek rast dan birêxistinkirin. Lê belê heya roja me ya îro carnan mirov dibîne li deverên cuda jin bindest in berovajî jinên Kurd. Lewma divê hemû jin ji tecrubeyên jinên Kurd sûdê werbigirin. Îro jinên Kurd di her warî de cihê xwe girtin di warê siyasî, leşkerî, civakî û hemû qadên ku tê xwestin jinên Kurd di nav de cihê xwe girtin. Lewma em ê her bibêjin jinên Kurd qehreman in."
'Rêxistinbûna me bû rizgariya me ye'
Herî dawî Edolê Hemûd diyar kir ku rêxistinbûna wan bû rizgariya wan û wiha got:"Em Newroza îsal li xelkê Şengal û Rêbertî pîroz dikin. Îro em bi hev re bê cudahî dijîn. Wekî Ereb, Kurd, Ermn. Em bi hev re ne û bi hev hene. Ji ber ku bi saya felsefeya Rêbertî em gihiştin vê yekitiyê hêviyên me ew in ku em Rêberê xwe azad bibînin. Di heman demê de em weke Êzîdî gelek ferman bi serê me de hatin. Heger me li ser ramanên Rêbertî xwe bi rêxistin nekiriba em ê tune bibana. Ya girîng em hemû jin destê xwe bikin yek û em ê bi hev re Rêberê xwe azad bikin."