Sultan Uçakan li ser gora xwe hat bîranîn

  • 15:25 27 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Komeleya Jinan a Rosa li ser gora Sultan Ucakan a ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Komeleya Jinan a Rosa, têkildarî  Sultan Ucakan ji aliyê bavê xwe ve hatibû qetilkirin, li Goristana Ferît Koşk a navçeya Sûrê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen ve hat xwendin.
 
'Jin wê bêdeng nemînin'
 
Suzan Îşbîlen ev tişt got: "Weke jin em ê têkoşîna xwe ya li dijî newekheviya zayendî ya ku mafê jiyanê yê jinan desteser dike, bidomînin! Em bang li hemû rayedaran dikin ku zagona bi hejmara 6284'an bi temamî bi cih bînin, cezayên pêwîst bidin kiryaran û mafê jinan ê jiyanê bi dest bixin, jin karibin bijîn, dawî li tundî û kuştinê bînin. Jin dest ji jiyana xwe bernadin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.