Jinên Elewî wê li dijî komkujiyan çalakiyê pêk bînin

  • 19:34 30 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê wê di 2'yê Nîsanê de bi pêşengiya jinên Elewî yên Ereb, saziyên Elewî û rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin.
 
Di 2’yê Nîsanê de li bajarê Cenevre ya Swîsreyê, bi pêşengiya jinên Elewî yên Ereb, saziyên Elewî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, wê li ber Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li dijî komkujiya Elewiyan çalakiyek bê lidarxistin.
 
Piştî çalakiyê dê bi rayedarên UNHCR’ê re hevdîtin bê kirin û ji bo rawestandina binpêkirina mafên mirovan û komkujiyan daxwaza gav avêtinek şênber bê kirin.
 
Çalakî wê bi pêşengiya Koma Xebatê ya Jinan a Dr. Rasha El Elî, Komeleya Çanda Elewî ya Cenevre, Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, Federasyona Elewiyên Ereb a Ewropa, AABK Bawerî, Rê-Lijneya Erkan û Însiyatîfa Mafên Mirovan a Sûriyeyê bê lidar xistin.
 
Li gorî daxuyaniya komîteya çalakiyê, komên girêdayî HTŞ’ê, DAÎŞ û SMO ya girêdayî Tirkiyeyê li herêmên Laziqiye, Hama, Hums û Tertûsê li dijî Elewiyan êrîşên sîstematîk pêk tînin.