Li dijî komkujiyan Platforma Têkoşînê hate avakirin

  • 17:09 1 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên şoreşger, demokrat û rewşenbîr ên li bajarê Stuttgard û derdora wê avakirina Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan ragihandin. 
 
Saziyên şoreşger, demokrat û rewşenbîr ên li bajarê Stuttgard û derdora wê avakirina Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan ragihandin. Platform, bi armanca naskirina komkujiyên ku beriya niha pêk hatine û têkoşîna li hemberî paqijiya etnîkî û komkujiyên roja îroyîn hatiye avakirin. Platformê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de gelek zilm û komkujî hatine kirin lê belê gel li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemane û gelan li ber xwe dane.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku komkujî ne tenê li ser netew an jî nasnameyeke diyar tên kirin, di heman demê de êrişên li hemberî wijdana hevpar û pêşeroja mirovahiyê ne jî û wiha domiya: “Ev pergal bi necezakirina faîlan, xelatkirina kujeran û veşartina rastiyan hewl dide hebûna xwe bidomîne. Lê belê em ji bo mezinkirina têkoşîna edaletê li vir in.”
 
 Platformê destnîşan kir ku di serî de Komkujiya Ermenan a 1915’an, Pontûs, Koçgirî, Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38’an, Komkujiya Rûman a 1956’an, Mereş, Roboskê, Komkujiyên Girtîgehan ên 19’ê Kanûnê û Komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê û Xezeyê rûbirûbûna van komkujiyan divê neyê taloqkirin.
 
Platformê bang li civaka navneteweyî kir ji bo naskirina komkujiyan, darizandina berpirsan û tevdîrên li hemberî hewldanên komkujiyan tavilê pêngavên hewce biavêje û diyar kir ku bêdengî tê wateya hevparbûna sûcan.
 
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
 
* Divê komkjiyên beriya niha hatine kirin werin naskirin û berpirsiyar werin darizandin. 
 
* Divê civaka navneteweyî têkildarî tevdîrên li hemberî komkujiyan tavilê pêngavên hewce biavêje. 
 
* Bîranîna mexdûrên komkujiyên û piştgirîdayîna kesên jê rizgar bûne. 
 
* Ji bo di nava civakê de hişmendî were avakirin divê perwerdeyên hewce werin dayîn.
 
Banga piştgiriyê
 
Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan, ji bo piştevanî û têkoşînê bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û kesan kir û got: “Werin em bi hev re li hemberî kesên ku dixwazin me ji hev cuda bikin, têbikoşin.” 
 
Saziyên di platformê de cih digirin
 
Saziyên weke Komeleya li Dijî Komkujiya Dersimê ya 38’an (ev), Die Linke, SYKP, Kongreya Avakirinê ya Dêrsimê (DÎK), Federasyona Karkerên Penaber a Almanyayê  (AGIF), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê, Navenda Elewiyan a Stutgartê û Navenda Çanda Demokratîk (ADHF) di nava pêkhateyên platformê de cih digirin.