Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em nahêlin nirxên gel bên paşguhkirin

  • 11:46 23 Adar 2025
  • Rojane
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Dîlokê de ku bi deh hezaran kes lê amade bûn axivî û got, "Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê mîkrofonê digire û nirxên gelê Kurd weke paçavra bi nav dike û bi xerabî behsa têkoşîna azadiyê dike. Em ê nehêlin dev biavêje nirxên gelê Kurd."
 
Dîlok yek ji navendên herî dawî yên pîrozbahiya Newrozê bû ku bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Civaka Demokratîk Newroza ji bo Azadiyê” hate organîzekirin. Pîrozbahî li Qada Îstasyonê ya Navçeya Mezmaxor a Navendî pêk hat, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, Parlamentera Partiya Karkeran (EMEP) Sevda Karaca, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi deh hezaran welatî amade bûn.
 
Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi alên partiyê yên zer, sor û kesk hatibû xemilandin, pankarta "Ji bo azadiya Civaka Demokratîk Newroz" li ser dikê hat daliqandin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ketin qadê û bi stranên Kurdî govend gerandin.
 
Bertekên gel astengiya cilan şikand
 
Gelek welatiyên ji 7 salî heta 70 salî ku di saetên serê sibê de herikîn qada ku dê Newroz lê bê pîrozkirin, bi hinceta rengên li ser cil û bergên xwe destûr nehat dayîn. Di encama berteka gel de polîsan gav paşde avêt.
 
Di pîrozbahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Komîteya Amadekar a Newrozê, hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên bajêr gel silav kirin.
 
'Ev Newroz Newrozeke cuda ye'
 
Sezaî Temellî ku bi bibîranîna efsaneya Kawayê Hesinkar dest bi axaftina xwe kir got, "Em 10 roj in Newrozê li her derê tax bi tax, navçe bi navçe, li her derê pîroz dikin. Me agirê têkoşîn û azadiyê vêxist. Lê ev Newroz cuda ye. Bi pêxistina vî agirî me birêz Ocalan hembêz kir. Ji vir careke din birêz Ocalan silav dikin."
 
Piştre wekîlê HDP'ê yê berê yê Dîlokê Mahmut Togrul gel silav kir.
 
'Divê pirsgirêka Kurd êdî bê çareserkirin'
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû beşên civakê ye û got, bangawazî ji bo Enqereyê jî heye.
 
Girseyê gelek caran bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Piştî axaftin bi dawî bû Koma Agire Zerdeşt û Cevdet Bagca derketin ser dikê.
 
Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.