
Li kêleka Çemê Seyhanê Newroz: Bangê rêya azadiyê vekir
- 11:51 23 Adar 2025
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê jî bi sedan welatî herikîn qada Newrozê ya ku îsal li ber Çemê Seyhanê tê pîrozkirin. Siyasetmedaran ku di pîrozbahiya Newrozê de axivîn, peyamA ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadiyê vekiriye dan.
Newroz li Edeneyê bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" tê pîrozkirin. Di saetên serê sibê de coşa Newrozê dest pê kir, navnîşana Newroza bajêr Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan e. Welatî di saetên sibehê de bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" ber bi qada Newrozê ve herikîn.
Girseya gel bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindana” û “Bijî Serok Apo Jiyan Nabe” ketin du noqteyên lêgerînê û li ber stranên hatin gotin govend gerandin. Gelek kes bi cil û bergên kiras-fîstan û şal-şepik beşdarî pîrozbahiya Newroza ku li ber Çemê Seyhanê hat lidarxistin bûn. Digel ku coş her ku diçû zêde dibû, tevlibûna zêde a jin û ciwanan bal kişand. Ji qadê sloganên "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" bilind bûn.
Agirê Newrozê hat pêxistin
Piştî deqeyek rêzgirtinê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Hevserokên Komîteya Amadekar a Edeneyê Şehrastan Yîgît û Yaşar Demîr gel silav kirin û Newroz pîroz kirin. Piştre agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, Tûlay Hatîmogullari û Keskîn Bayindir ve hate pêxistin. Bi pêxistina agir re coşa girseyê zêde bû. Li ser navê Dayîkên Aştiyê yên agirê Newrozê pêxistin Şemsa Bagdu jî Newroz li gel pîroz kir û destnîşan kir ku ew wek Dayikên Aştiyê ne şer, aştiyê dixwazin. Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr jî xwestin ku Newroz bibe sembola aştî û azadiyê.
Banga têkoşîna hevpar
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî Newroz li gel pîroz kir û diyar kir ku Newroz roja serhildan, berxwedan û têkoşînê ye. Murat Çepnî ji bo aştî, demokrasî û sosyalîzmê got “Bijî Newroz”. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz Newroz li her kesî pîroz kir û diyar kir ku ew her roj bi binçavkirin, zext û girtinên nû şiyar dibin û banga têkoşîna hevpar kir.
'Hûn ji bo piştgiriya bangê amade ne?'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got, "Ev Newroz agirê azadiya dayikên aştiyê ye. Em vê Newrozê diyarî dayikên xwe dikin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza 2025'an wekî Newroza Azadiyê bi nav dike. Hevalên hêja, Newroz Newroza azadiyê ye. Ev Newroz Newroza Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê ev Newroz bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk. "Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi banga sedsalê rê li ber azadiyê vekir. Gelê Kurd li hemû Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê piştgirî da vê bangawaziyê. Îro em li Edeneyê destekê didin vê yekê, hûn amade ne ji bo piştgiriya bangê? "
'Ey îqtîdar tu çi dikî?'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ku Newroz pîroz kir, da zanîn ku hikûmetê bersiva pêwîst nedaye "Banga Sedsalê" û ev bang li hikûmetê kir: "Çima hikûmet vê banga ku her kes qebûl dike naaxive? Çima hikûmet ji bo pêkanîna vê bangê zemîneke pêwîst çênake? Ji vir em vê yekê careke din tînin ziman. Hama, Hums, Banyas, Weke gelên ku li wir dijîn ji Mersînê heta Lazqiyê em ê careke din hevgirtina xwe bidomînin. Di dema bendewariyê de mixabin feraseta heyî ya desthilatdarî û dewletê zexta xwe ya li ser civakê zêde kiriye. Ey îqtîdar divê were ser hişê xwe. Ey îqtîdar! Hûn çi dikin? Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bibêjin aştî û civaka demokratîk.
Têkoşîn maf e
Em ê ji Çukurovayê silavên xwe bi çepik û qîrîna dirûşman ji xwediyê vê bangawaziya mezin û xwediyê têkoşînê birêz Abdullah Ocalan re bişînin? Înce Mehmet ê Yaşar Kemal ku ji Çiyayên Torosê diherike, dibêje têkoşîn maf e. Erê, têkoşîn maf e. Têkoşîna ji bo xwêdanê mafek e. Têkoşîna Azadiyê maf e. Têkoşîna ji bo mafên mirovan û xwezayê mafek e. Têkoşîna ji bo zimanê zikmakî yê kurd, baweriya elewiyan û baweriya xiristiyanan bi temamî maf e. Em hêza xwe ji edaleta têkoşîna xwe digirin. Rêya me rêya aştiyê ye. Rêya çareseriyê ye. Rêya me di demokrasiyê re derbas dibe. Armanca me ya herî girîng jî jiyana hevpar û komareke demokratîk a li Tirkiyeyê ye. Ji bo vê tekoşîn maf e."
Piştî axaftina Tûlay Hatîmogûllarî pîrozbahiyê bi hunermend Nuray Balîk û Diljen Ronî ku derketin ser dikê berdewam kir.