Peyama qadên Newrozê yek e: Bang nexşeya rê ye!

  • 16:48 23 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiya Newrozê de ku li gelek bajaran dîmenên bi heybet derketin hol, gel peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hembêz kir û destnîşan kir ku ev nexşerê ye. 
 
Newroz li gelek bajaran bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin.
 
Denîzlî
 
Newroz li navçeya Denîzli Pamukkale ji aliyê Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat pîrozkirin. Welatî ji du deriyan ketin qada Newrozê ya li sûka girtî ya Esentepeyê hat lidarxistin û bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di pîrozbahiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Parlamenterê DEM'ê yê Stenbolê Celal Firat û Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş beşdarî pîrozbahiya ku li vir hat lidarxistin bûn.
 
Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û piştre Hevserokên DEM Partiyê yên Aydinê Cevahîr Kayar û Enîs Oge gel silav kirin. Hevserokan diyar kirin ku wan ev Newroz diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine û banga xwedîderketina li banga dîrokî û têkoşîna Abdullah Ocalan kirin.
 
Bang li dewletê kir
 
Piştre Sabahat Erdogan Saritaş axivî, Newroz li gel, girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan pîroz kir. Sabahat Erdogan Saritaş got, "Barê me giran e, lê ev barê namûsê ye. Barê me barê siberoja jin, zarok û ciwanan e. Ev erk li ser milê me ye. Divê em li her mal, tax û herêmê vê erkê bi cih bînin. Hûn hêza me dizanin. Îro jî erk dikeve ser milê civaka Tirkiyeyê, daxwaza aştiyê ya bê şert û merc e ji bo dewletê Daxwaza jiyana wekhev û naskirina nasnameya Kurdewarî, dev ji talanê berde. Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Çawa ku paradîgmaya Ocalan di mijara Rojava de bi ser ket, vî gelê ku ji salên 90'î û vir ve gundên wî şewitin û bi kuştin û girtinan re rû bi rû ma, bêyî ku dev ji nasname, çand û zimanê xwe berde vîna xwe parastiye."
 
'Berpirsiyariya me hemûyan heye'
 
Piştre Parlamenterê DEM'ê yê Stenbolê Celal Firat axivî û got, "Îro li Stenbolê bi milyonan kes ji bo nasname û pêşeroja xwe li qadan in. Gelek hevalên me bi hinceta lihevkirina bajaran hatin binçavkirin û girtin. Em weke gelê bindest vê zilmê qebûl nakin û şermezar dikin. Me her tim got, hemû gelên ku xwedî li vîna xwe derkevin dê banga  birêz Öcalan vala dernexin."
Piştî axaftinan parlamenter û dayikên aştiyê agirê Newrozê pêxistin.
 
Şahî bi derketina ser dikê ya hunermend Hozan Şervan û govendê bi dawî bû.
 
 
Muğla-Datça
 
Newroza ku bi diruşma "Ji bo azadiya civaka demokratîk" û "Rêbertiya azad civaka demokratîk" hat organîzekirin, li Qada Parka Eskî ya navçeya Datça ya Mûglayê hat pîrozkirin. Li qadê timî dirûşmên "Jin jiyan azdî", "Bijî Serok Apo", "Bijî wekheviya gelan" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Agirî Nejla Demîr, Şaredarê Datça Aytaç Kurt, Serokê Navçeya Datça ya CHP'ê Sezaî Oz, Rêxistina Navçeya Partiya SOL, Platforma Jinan a Datça, Yekîtiya Demokrasiyê Piştevaniya, Platforma Hawirdorê ya Datça, MUÇEP jî amade bûn. Jin bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî aştî" ketin qadê.
 
Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê yên li Datçayê destpê kir.
 
Di serî de Hevserokên Bajêr yên Muglayê DEM PARTIYÊ Bêrîvan û Mehmet Kaya axivîn û newroza welatiyêan pîroz kirin.
 
'Em bi briyarin ku wekhev bijîn'
 
Piştre Parlamentera  DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr mafê axaftinê girt. Nejla Demir axaftina xwe bi kurdî û tirkî kir. Da zanîn ku ew kêfxweş in ku her kes bi zimanê xwe û vîna xwe li herêmê ye û got, "Lihevhatina bajaran bi vî rengî ye, rêveberiya wekhev, azad, adil û beşdar kê aciz bike jî, em bi biryar in ku wekhev bijîn."
 
Piştre pîrozbahiyê bi stranan û govendê berdewam kir.
 
 
Aydin
 
Li Taxa Osman Yozgatlî ya navçeya Efeler a Aydinê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Li qadê pankartên bi nivîsa Abdullah Ocalan a bi nivîsa "Helbet rewşa me bi hêz e", "Tu kulîlka biharê yî, Kemal " û "Newroz zayîna gelên azad e" hatin daliqandin. Qad bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. 
 
Di pîrozbahiya ku piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Husnu Taş û Şukran Sari cejn li welatiyan pîroz kir. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û destnîşan kir ku divê hikûmet li dijî bangawaziyê gavan biavêje.
 
Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.
 
Tekirdag
 
Li navçeya Ergene ya Tekîrdagê pîrozbahî hatin lidarxistin. Qad bi alên rengîn ên bi nivîsa "Newroza azadiyê pîroz be" hat xemilandin. Welatî bi alên DEM Partiyê beşdarî şahiyê bûn. Gelek malbat tevî zarokên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bi hezaran kes beriya bernameyê bi awazên hunermendên herêmî kêf kirin û beşdarî şahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên "Newroz pîroz be", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Nûnerê Platforma Şêwirmendiya Sosyalîst (SODAP) Fahrî Koçan got, "Faşîzma qesrê mafê dengdanê û hilbijartinê paşguh dike. Li hemberî vê yekê em Newrozê li qadan ji bo aştiyeke bi rûmet pîroz dikin." 
 
Parlamentera  DEM Partiyê  ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got, "Birêz Ocalan daxwaza çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd kir. Pêwîste em piştgiriyê bidin banga Ocalan. Hemû cîhan guh da vê bangê. Îro ev bangawazî di ruh û dilê me de mezin dibe. Birêz Ocalan gav avêt, lê divê dewlet jî gavekê bavêje." 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Baran Bozyel derket ser dikê. Welatî demeke govend gerandin.
 
Çanakkale
 
Li Taxa Esenler a Çanakkaleyê agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî ku hemû amadekarî danê sibehê bi dawî bûn, welatiyan dest bi hatina Qada Newrozê kirin. Di pîrozbahiyê de ku jin û ciwan bi awayekî girseyî beşdar bûn, rengên zer, sor û kesk derketin pêş. Ji herêmê timî dirûşmên "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
 
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Hayrettîn Pişkin jî diyar kir ku Newroz bi têkoşîna gelên bindest veguheriye. Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Fîkret Melîh Çolakogullarî diyar kir ku divê aştiya civakî bê misogerkirin û got, "Şer hêsan e, ya zehmet aştî ye. Em li gel berdewamiya vê pêvajoyê û aştiyê ne." 
 
Parlamenterê DEM'ê yê Colemêrgê Vezîr Parlak jî got, "Helbet em bi hêsanî nehatine vê rojê, em bi ked û bedelên mezin hatine vê rojê. Îro li Kurdistanê bi milyonan li qadên Newrozê ne, bi milyonan li Tirkiyeyê li qadan in. Bi milyonan banga Birêz Ocalan hembêz dikin. Newroza îsal xwedî wateyeke dîrokî ye, ji ber ku banga Ocalan ji bo hemûyan e li vê erdnîgariyê." 
 
Sema Yuce hat bibîranîn
 
Dayika Sema Yuce ya di 21'ê Adara 1998'an de bi şewitandina bedena xwe jiyana xwe ji dest da bi telefonê tevli pîrozbahiyê bû û Newroz pîroz kir. Welatiyan dirûşma "Şehîd rûmeta me ne" berz kirin. Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî bi awazên Emozan, Koma Serhat û Koma Roj bi dawî bû.
 
Bûrsa 
 
Di pîrozbahiya li Qada Sûka Arabayatagiyê ya navçeya Yildirim a Bursayê hat lidarxistin de pankartên "Bijî Newroz aştiyeke adil û demokratîk", "Dema aştiyê ye", "Rebere azad, azadiya gele" hatin vekirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî rengê xwe li pîrozbahiyê dan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Jin, jiyan, azadî" û "Ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin. Di pîrozbahiya ku Babetna û koma muzîkê ya herêmî derketin ser dikê, Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev bangawazî banga ji bo hemû gelan e ku bi hev re bijîn.
 
Serhat Eren got, "Klîda aştiyê ya li Rojhilata Navîn Birêz Ocalan e." 
 
Konya 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajarê Konyayê ve bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" bi coş hat lidarxistin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes beşdarî şahiya ku li Sûka Sêşemê ya Taxa Işiklar a navenda bajarê Konyayê hat lidarxistin bûn. Tevlibûna zêde ya jin û ciwanan li qada Newrozê balkêş bû. 
 
Di pîrozbahiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp axivî û diyar kir ku agirê Newroza 2025'an agirê aştiyê ye. 
 
Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê bi dawî bû.