
Şoreşa jinê (6)
- 09:02 1 Adar 2025
- Dosya
3 pîvanên bingehîn û perspektîfên têkoşînê
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di avakirina modernîteya demokratîk de têkoşîna ku berxwedan veguhere şoreşê û ev bi ‘Şoreşa jinê’ encam bibe de, sê pîvanên bingehîn û perpektîfa têkoşînê pêşkêş dike.
Perspektîfa ku di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Jinên Kurd de derketiye holê, li seranserê cîhanê ji têkoşîna jinên cîhanê re dibe çavkaniya îlhamê. Der barê têkoşîn û tevgerên li dijî pegalê de, di nîqaşên ku jinên Kurd dimeşînin xeleka esas a berxwedana jinê derdixe holê.
Di vê beşa nivîsê de di mijara ‘Avakirina modernîteya demokratîk de’ nîqaşên ku Tevgera Jinên Kurd a Azad meşandiye em digirin dest.
Rastiya ku her kes pîroz dike
Ji ber karakterê serdemê êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku di vê sedsalê de tevgera herî girîng a li dijî pergalê tevgera azadiya jinê ye. Berxwedana jinê ya bi hezaran salane didome, di serdema nûjen de rengekî bi dest xist û bû xwedî têkoşîneke rêxistinkirî û çarçoveyeke teorîk. Tevgerên azadiya jinê bi deşîfrekirina pergala serdest a mêr, di danasîna nasnameya jinê de rolek girîng lîstin û rastiya dewlet û desthilatdariyê derdixin holê. Hişmendiya azadiya jinê û tecrubeyên têkoşîna birêxistinkirî pêvajoya ku li hemû cîhanê bû sedema bilindbûna tevgera jinê û pêşengiya têkoşîna dij-pergalê bi hev ve girêda.
Jin jiyana di vê pergalê de red dikin
Çalakiyên ku bi mîlyonan jin tevli dibin peyama wê, ev e ku jin jiyaneke di vê pergalê de red dikin. Ji bo guhertina pergalê jî alternatîf azadiya jinê ye û dirûşma ‘pêşeroj a jinan e’ îfadeya vê ye.
Xeta pêşketina têkoşînê
Têkoşîna azadiya jinê bi giştî wekî femînîzm tê binavkirin. Femînîzma ku bi têkoşîna mafan a ku bi Şoreşa Fransa dest pê kir, mafê dengdanê li Îngilîstan û Amerîkayê û daxwaza mûçeya wekhev a ji bo xebateke wekhev pêş ket, îro jî têkoşîna xwe didomîne. Li gorî çarçoveyên teorîk ên cuda li gelek qadan hatiye dabeşkirin. Bi salên 1970’î re tevgerên li ser bingeha rêxistinbûna jinan a serbixwe derketin pêş. Di salên 1980’î de bi rexnekirina gerdûnîbûna modernîzmê û pênaseya jinan a navenda Ewropayê, teorî û rêxistinên ku cudahiyên etnîkî, olî, herêmî û çînî yên jinan li ber çavan girtin, bi bandortir bûn. Teorî û rêxistinbûna femînîst her çiqas bandorê li tevgerên azadiya jinê bike jî, tevgerên jinan jî hene ku li gorî dînamîkên xwe yên pêşketinê û rastiya civakî ya dîrokî ku xwe dispêrin bingeha xwe, naxwazin têkoşîna xwe wekî femînîzm pênase bikin.
Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê
Navê jinên Kurd ji bo xwe bikar tînin Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye. Her çend têgîna tevgera jinên Kurd her ku diçe berfirehtir dibe jî, ji ber ku ne tenê jinên Kurd, jinên ji gelek neteweyên din jî di nava têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de cih digirin ev nav tê tercîhkirin.
Îdiaya ‘femînîzm miriye’
Teoriyên zayenda civakî yên nû ku di van demên dawî de li Amerîkayê pêş ketine û bi piranî di nîqaşên akademîk de têne xuyang kirin û destpêka axaftina li ser serdema post-femînîst a ku femînîzm tê de mir, îfadeya vê yekê ye.
Êrişa îdeolojîk a Lîberalîzmê
Ji veguhertina têkoşîna kolektîf a jin û mêr wêdetir, zêdekirina nasname,bindet û teşeyên kirdeyî, naqokiya neyî vedişêre.Ya rastî, di rewşeke ku divê weke êrîşa îdeolojîk a lîberalîzmê bê nirxandin, gelek teoriyên dîrokî û civakî yên ku tevgerên azadiya jinê li ser esasê xwe dispêrin, pûç dibin.
Kesayetîkirina jinan
Fikra ku hewce bi azadiya jinê tuneye, jin ji xwe azadin, êrîşeke lîberal a di eniyek din de tê kirinê ye. Ji bo kesên ku divê jin di cihekî de cih negirin, gotina azadiyê wek alav hatiye bikaranîn. Keda jinê di piyasa neolîberal de hat bikaranîn. Porojeyên roja îro de tên meşandin ji van polîtîkayan re xizmetê dikin.
Di qada çalakiyan de daxwaz û çalakiyên li ser esasê parastina jinan ji aliyê dewletan ve, rakirina neheqiyên di qada hiqûqî de, darizandina kujer û tecawizkarên jinan, hêsankirina kurtaj û destberdanê derketin pêş. Zagon û pêkanînên li dijî jinê yên ku di encama nîqaş, kiryar û biryarên li dijî jinan de derketin, bi gavên qismî yên dewletan tine bûn, lê di fersenda yekem de dîsa ketin pratîkê, îro polîtîkaya çalakiyê diyar dike.
Qirkirina jinê, rastiya çalakiyên mezin nîşan dide. Ji bo pêla berxwedana ku jin pêşengiya wê dikin, veguherin şoreşa jinê çalakiyên wisa ferz dike.
Îdeolojî û paradîgma azadiya jinê
Ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve paradîgma û azadiya xwe dispêre azadiya jinê hat pêşxistin.Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 1991’ê de got: “Em bi vê hişmendiyê tevdigerin ku şoreşa me bi giranî şoreşa jinê ye. Hewldanên me fêrî me kirin ku em di vî warî de pir nûjen û orîjînal bin.” Ev nirxandina Abdullah Ocalan lêgerîna çareseriya di esasa azadiya jinê ya xitimandina sosyalîzma reel de bû. Ev nirxandin di 1994’an de hîn berfireh bûn û bi pêşketina artêşbûna jinan re rêli ber nirxandinên ku îro her kes rastekîn dibîne vekir.
3 pirsgirêkên sereke hatin çareserkirin
Armanc ew bû ku di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de têkiliyên jin û mêr biguherîne û karakterê şoreşa jinê bide şoreşê. Abdullah Ocalan diyar kir ku wî di sala 1995’an de li ser sê mijarên sereke rawestiyaye. Yekem; Analîzkirin û derbaskirina rewşa milkiyeta jinan, duyemîn; Bi şikandina tabûyên li ser zayenda civakî, jin ji pozîsyona ku xwe bi awayekî siyasî an jî ji aliyê mêran ve bi kar bîne, tê derxistin, ya sêyemîn; Nepejirandina têkiliya jin-mêr ya ku bi têkoşînê pêk nayê.Piştî vê gavên pêşxistina rêxistibûna xweser û îdeolojiya rizgariyê ya jinan hatiye pêşxistin. Artêşbûna jinan, îdeolojiya rizgariya jinan û partîbûna jinan pêk hatiye.
Pirsgirêkên esas yên civakî
Pirsgirêkên bingehîn ên civakî (desthilatdarî û dewlet, exlaq û siyaset, zîhniyet, aborî, endustriyalîzm, ekolojîk, zayendperestî, malbat, pirsgirêkên jin û gel, bajarîbûn, çîn û burokrasî, perwerde û tenduristî, mîlîtarîzm, pirsgirêkên aştî û demokrasiyê) bi serdestiya mêran a li ser jinê pêk hatiye.
Binpêkirin li ser ked û bedena jinê pêk hatiye
Binpêkirina yekemîn ya çavkaniya sermayeya bê sînore, li ser ked û bedena jinê pêk hatiye. Di roja îro de jî ev binpêkirin didome. Şer-milîtarîzm û faşîzm îfadeyên bi sazîbûyî yên zext û tundiya mêran a li ser jinê ye. Heya ku em hin jinên hevkarên pergala serdest a mêr nehesibînin, şêwaza rêveberî û siyaseta ku li ser nirxên mêrên serdest hatiye avakirin şer û şîdetê esas digire.
Têkiliyên hegemonîk krîzê diafirîne
Têkiliyên hevjiyana di esasa hegemonîk de pêş dikevein, di forma modern de di ya keneşopî de her tim krîz, cînayetan diafirîne. Ev rewş jiyana jin û zaorkan tehdîd dike.
Hucreya dewletê-malbat
Malbat, weke saziyeke îdeolojîk, hucreya bingehîn a şaristaniya dewletê ye. Teşekirina jin û mêr bi çanda zayendperestî û îstismarkirina ked û laşên jinan, bi danîna parastin û parastina malbatê li şûna armancên giştî yên civakî, amûra herî bikêrhatî ya dewlet û desthilatdariyê ye di bindestkirina kesan de.
Afyona kapîtalîzmê
Zayendîtî ku weke qada zewq û hêza bêsînor a zilam hatiye teşekirin, li hemberî civakê weke afyona kapîtalîzmê tê bikaranîn. Têgihiştina zayendîtiyê ya ku dibe sedem ku jin bi awayekî domdar di bin kultura destavêtinê de bijîn, bandorên wê yên pir xerab li ser civakê dike.
Zêdebûna nivîsê ya bûye çavkaniya pirsgirêka ekolojîk
Zêdebûna nifûsê ku bûye çavkaniya pirsgirêka ekolojiyê, ji wê yekê tê ku dewlet, mêr û ol jinan weke kargehên zarokan dibînin. Çanda zarokanînê ya ku bi afirandina ferasetên şaş ên îdeolojîk û tedbîrên hiqûqî û tibbî tê parastin, ji bo jin, civak û xwezayê bûye xetere.
Xerabûna têkiliya mirov-xwezayê
Têkiliyên mirov-xwezayê di destpêkê de li ser esasê dîtina xwezayê weke jin, dayîk û mirov weke parçeyekî wê yan jî weke zarokekî pêşketiye. Fikra xwezayê wekî çavkaniyek bêsînor a ku dê ji mirovan re bixebite û wekî jinek ku sirên wê bêne desteserkirin û destdirêjîkirin, xeyalek gemar e ku ji hêla serdestiya mêr ve hatî afirandin û sedema krîza ekolojîk e.
Hevkariya zanîn-desthilatdarî- sermayê
Hevkariya zanînê ya bi hêz û sermayeyê re, karakterê wê yê zayendperest, xizmeta meşrûkirina şaristanî û kapîtalîzmê dike. Zanista dîrokî ya zayendperest ne tenê bi paşguhkirina jinê, her wiha bi berovajîkirina pêşketina dîrokî re xwezaya ebedî ya pergala mêtîngeriyê rewa dike.
Di nav şoreşê de şoreş
Gelek mijarên bingehîn ên ku mirov dikare hîn bêtir eşkere bike ku nakokiya sereke ya şaristaniya demokratîk û pergala cîhana kapîtalîst di navbera zayendan de ye. Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya ; ‘Çawa ku di qada zayendî de yekemîn kontraşoreşa hat kirin, şoreşa herî mezin û herî dawî jî wê di têkiliyên zayendî de pêk were’ pozîsyona heyî ya jinê bingehê pergalê ava dike. Nirxên jina azad, ji saziya malbatê, pergala aborî, têgihiştina siyasetê, nêzîkatiya zanistî-zanistî, huner û nirxên exlaqî, li her qada ku desthilatdarî lê sazîbûyî ye, dijberiya desthilatdariya mêr e. Şoreşa jinê ya ku li ser guhertina jiyan û pozîsyona jinê radiweste, şoreşa pêşeng e ku şoreşên din ên civakî bi vî rengî gur dike û ji aliyê Abdullah Ocalan ve “Şoreşa di nava şoreşê de ye.”