Ber bi 8’ê Adarê: Berxwedana sedsalê (2)

  • 09:04 2 Adar 2025
  • Dosya
 
'Jin jiyan e jiyanê nekujin! '
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz û Dayika Şemiyê Hanim Tosun der barê 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê de peyam û daxwazên xwe parve kirin û gotin: “Em di bin serdestiya mêr de azadî û aştiyê naxwazin. Bi salan e em jiyanek wekhev dixwazin. Em ê ji bo vê di 8’ê Adarê de têbikoşin.”
 
Jinên ku bi berxwedana xwe dibin pêşengên civakê, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qadan dibin yek deng û li dijî êrîşên li hember jin, zarok xwezayê dengê xwe bilind dikin. Li dijî newekheviya zayenda civakî jî daxwazên xwe diqîrin. Îsal jî wê jin li dijî şer bi berxwedanek mezin 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Dayikên ku bi salane do 8’ê Adarê de li eniya pêş di daxwaza ‘aştî’ û ‘edaletê’ de israr dikin jî wê cihê xwe bigirin.
 
Berbi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedîa Gokguz û ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun axivîn.
 
Bedîa Gokguz da zanîn ku jin di her qada jiyanê de têdikoşin û dibin hedefa desthilatdariyê. Bedîa Gokguz wiha got: “Jin bi salan e li dijî zîhniyeta serdest têdikşin. Li dijî şer di avakirina aştiyê de rola xwe dilîzin. Yên hîmê aştiyê deynin jinin. Jin xwedî vê hêzê ne. Dewleta Tirk niha jin hedef girtine. Hewl dide hemû kesên aştiyê dixwazin bavêjin zindanan. Jin tên binçavkirin û girtin. Her roj jin tên qetilkirin. Dixwazin dengê jinan bibirin, dengê civakê bibin. Em di pêvajoyeke wisa hov de çawa behsa aştiyê bikin.”
 
‘Divê em li qadan li ber xwe bidin’
 
Bedîa Gokguz balkişand ser 8’ê Adarê û daxuyakirin ku ji bo jinan rojek gelek watedare û wiha anî ziman: “Divê hemû jin 8’ê Adarê de dakevin qadan û li dijî polîtîkayên li hember jinan dengê xwe bilind bikin. Her jin li malê di rewşa kole de ye. Li kargeriyê dîsa wisa. Ji ber vê divê em 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin. Em jin destê xwe bidin hev em ê aştiyê bînin. Jin li her derê li dijî zîhniyeta mêr têdikşin. Mêr naxwazin jin derkevin derve. Naxwazin jin azad bibin. Dixwazin bin serdestiya wan de bin. Ji ber vê divê em jin têbikoşin.”
 
‘Jin dixwazin azad bibin’
 
Bedîa Gokguz wiha dawî lê anî: “8’ê Adarê ji bo me azadî ye. Jin azad nebin azadiya civakê jî ne pêkane. Jin tên qetilkirin, tundî li wan tê kirin. Li vî welatî qirkirina jinê tê jiyîn ji ber vê em nikarin behsa azadiyê bikin. Ez wek jinekê ji 18 saliya xwe de li qadên 8’ê Adarê me. Ez niha 60 salî me. Jinan her tim li ber xwe daye.  Lê dewletê her tim zilm li me kir. Divê em jin ji bin koletiyê derkevin û di 8’ê Adarê de dengê xwe li qadan bilind bikin. Jin dixwazin azad bibin. Wê têkoşîna me heta aştiyeke bi rumet bidome.”
 
‘Qesrên edaletê hene lê edalet  tune ye’
Hanim Tosun da zanîn ku daxwaza aştiyeke bi rumet a jinan heye û jin ji bo azadiya civakî û wekheviyê li her qadê têdikoşin.Hanim Tosun wiha dirêjî dayê: “Em her roj bi tiştekî nû şiyar dibin. Her roj bi ser malan de tê girtin. Di rewşek wisa de em nikarin behsa aştiyê bikin. Ev çend roje li Wanê dinêrim, aştî ji vê axê dur xuya dike. Yên behsa aştî û azadiyê dikin tu gavê navêjin. Em bi salane dibêjin aştî. Li Tirkiyeyê demokrasî li ser kaxizê ye.  Qesrên edaletê hene lê edalet li vî welatî tuneye. Em aştiyek wisa naxwazin. Me tu carê serî netewand em ê netewînin.”
 
‘Yên ji bo Fîlîstînê daketin qadan Kurdan nabînin’
 
Hanim Tosun bi lêv kir ku dayikên Kurd ji bo hemû gelên cîhanê aştiyê dixwazin û wiha vegot: “Dema Israîl êrîşê Fîlîstînê dike kezeba me dişewite. Li ku şer hebe em li dijî şer in. Me salên 90’î jî wisa digot. Yên ji bo Fîlîstînê daketin kolanan ji bo Kurdan tiştek nekirin. Îro li Wanê îşkenceyê li zarokan dikin, destên wan dişkînin lê tiştekî nakin.Divê êdî mafê Kurdan bibînin û guh bidin Kurdan. Ger Kurdan nebînin em ê bidin bihistin.” 
 
‘Bila tu kes bê dê û bav nemîne’
 
Hanim Tosun balkişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û wiha dirêjî dayê: “Em aştiyek bi rumet dixwazin. Bila kes rondikan nebarîne. Ger aştiyek pêk bê jî divê hemû gel bên gel hev.Min pir êş kişandin. Zarokên min bê bav man. Ji vir şûnde bila kes bê dê û bê bav nemîne.”
 
‘Jin jiyane jiyanê nekujin’
 
Hanim Tosun wiha dawî lê anî: “Bila tu dayik êşê nekşînin. Heta ez hebim ez ê ji bo aştiyê têbikoşim. Sed sal berê jinan ji bo mafên xwe ji bo azadiyê bedelên mezin dan. Em jî di şopa wan de ne û wan bibîr tînin. Divê em xwedî li mîrateya wan derkevin.  Divê em wateya 8’ê Adarê baş fêm bikin. Jin her roj ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Divê em hemû jin destê xwe bidin hev û xwedî li nasnameya xwe ya jinê derkevin. Ji ber em jin hene û em ê hebin.Jiyan jiyane jiyanê nekujin.”