
Ber bi 8’ê Adarê: Berxwedana sedsalê (3)
- 09:03 3 Adar 2025
- Dosya
Nour AA ya Fîlîstînî: Di 8’ê Adarê de xwe azad hîs dikim
Elfazî Toral
STENBOL - Nour AA ya Fîlîstînê ku ji ber şer û pevçûnan ji bo xwendinê hat Tirkiyeyê, tevî gelek zor û zehmetiyan bi jinan re têkoşînê dimeşîne. Nour AA wiha got: “Dema hatim Tirkiyeyê têkoşîna jinên Kurd îlham da min. Li gorî min ji ber têkoşîna jinên Kurd li Tirkiyeyê femînîzm hat vê astê. Dema em di 8’ê Adarê de derdikevin kolanan em dibînin ku têkoşîna me heman e. Ji ber vê ez di 8’ê Adarê de xwe azad hîs dikim.
Li cîhan û Rojhilata Navîn di encama polîtîkayên şer de gel koçber dibin û bêguman ên herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Di riyên koçberiyê de binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Jin li cihên ku koçberê wir dibin zext, tundî û destdirêjiyê dibînin. Ligel têkoşîna jiyanê, li dijî xetereya vegerandinê jî têdikoşin.
Jina bi navê Nour AA ji Gazzeya Fîlîstînê ye û 3 sal û nîv berê ji bo xwendina zanîngehê hatiye Tirkiyeyê. Nour AA got hevalên wê yên Kurd, Ermenî, Elewî hene û got ev hevalên wê xwedî hişmendî û polîtîk in. Nour AA da zanîn ku çawa şerê Fîlîstînê dest pê kiriye hatiye Tirkiyeyê û got: “Bi salan e şer heye. Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de şer dest pê kir û malbata min neçar ma Gazzeyê terk bike. Ev ne tercîha me bû. Tu kes naxwaze welatê xwe terk bike. Lê em neçar man derkevin û biçin Misirê. Kalê min û xalê min li wir jiyana xwe ji dest dan. Bêguman em dixwazin vegerin axa xwe. Hêvîdar im em rojekê vegerin.”
Têkoşîn: Li dijî zilma em dibînin berxwedan e
Nour AA daxuyakirin ku jin li her qada jiyanê bi tundiyê re tên rû hev û wiha domand: “Wek Tirkiyeyê li her derê cîhanê qetilkirina jinan mijara gotinê ye. Welatekî ku jin lê rehet bijîn tuneye. Ji Gazzeyê derketin û hatina min a vir nayê wateya ku ez ê rehet bikim. Em di bin bandora pergala patrîarkal de dijîn. Tundî li her derê heye. Li GGM’yan tundî û destdirêjî li jinan tê kirin. Min jî ev pêkanîn dîtin.Têkoşîna min hem li dijî tundiyê hem jî li dijî pergala patrîarkal e. Ji bo min têkoşîn li her derê ye. Niha em ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Ez dibêjim em jin gelo dikarin li dijî şer û qirkirinê çi bikin.”
‘Ez di 8’ê Adarê de xwe azad hîs dikim’
Nour AA balkişand ser tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê û wiha dirêjî dayê: “Her roj jin tên qetilkirin. Em li dijî qetilkirinên jinan têdikoşin. Ev têkoşîn bandorê li her jinekê dike. Em hemû jin di vê têkoşînê de ne. Di 8’ê Adarê de xwe azad hîs dikim. Ji roja hatime Tirkiyeyê diçim qadên 8’ê Adarê. Tevli hemû bernameyên 8’ê Adarê bûm. Ez ê îsal jî tevli bibim. 8’ê Adarê ji bo min bi wate ye. Dema nû hatim Tirkiyeyê min hewl dida jinên Fîlîstînê jî tevli bernameyan bikim. Têkoşîna me jinan ji bo heman tiştî ye û li dijî heman pergalê ye.”
‘Têkoşîna jinên Kurd îlhamê dide’
Nour AA balkişand ser têkoşîna jinên Kurd û ev nirxandin kir: “Têkoşîna jinên Kurd li cîhanê belav bûye. Têkoşîna jinên Kurd têkoşînek mafdar e. Ji ber têkoşîna jinên Kurd li Tirkiyeyê femînîzm hatiye vê nokteyê. Dema nû hatim Tirkiyeyê min jinên Kurd nas kir û têkoşîna jinên Kurd pir tiştî fêrî me dike. Têkoşîna jinên Kurd îlhamê dide jinan. Ez bi naskirina tevgera jinên Kurd gelek tiştî hîn bûm. Ez jî tevli wan dibim û gelek tiştî fêr dibim.”