
Şoreşa jinê (8)
- 09:05 3 Adar 2025
- Dosya
Avakirina şoreşê
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo avabûna şoreşa jinê û piştî vê ji bo avakirina jiyana nû hewcedarî bi çi heye. Tevgera jinên Kurdistanê diyar dike ku divê îdeolojiya azadiyê, parastina cewherî û partiyê bê pêşxistin.
Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê di mijara şoreşa jinê de rêxistibûn, çalakî û kadrobuyîn xurt kiriye. Bi derfertên hatine afirandin, şoreşa jinê bi hedefên demdirêj hatiye diyarkirin û ji bo şoreşa jinê di xeta çalakî û modela rêxistibûnê de bimeşe gav bi gav tê hûnandin.
Em di vê beşa nivîsê de nîqaşên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê yên der barê ‘avakirina şoreşêde’ digirin dest.
Tiştên divê bên cih
Di dîrokê de gelek şoreşên ku tevî derfetên wan hebûn û bêyî amadekarî û rêxistibûn, bi encamên şoreşa yên hember encam bûye. Ev xetere ji bo jinan jî pir zêde ye. Ji ber şoreşa jinan tenê li hember hêzên kapîtalîst, netewên serdest û çînan nîne, hedefa wan ev e ku jinên kole û hemû mêrên serdest biguhere. Ev jî her tim têkoşînê ferz dike. Hedefa ewil a vê şoreşê guhertin e. Hejmara mêrên ku ji vê nerehet nabin pir kêm in. Di tecrube û gelek pergalên din de sedema pêşxistina îdeolojiya azadiya jinê ev e.
Di şoreşê de îdeolojiya azadiyê û partî
Di serdema me de ji her demê zêdetir hewcedarî bi îdeolojiyên azadiyê hene. Gelek têgehên wek hişmendiya çînî, hiimendiya neteweyî û ya zayendî ji hişmendiyên şaş qut bûne û hewl didin nasnameya xwe derxin holê. Ji hemû îdeolojiyên desthilatdariyan girêdayê zayenperestiyê ye, karekterê nêzîkatiya îdeolojîk a azadiya jinê pêk tînin û karekterê wê yê çareseriyê û azadkirinê hîn bilintir e.
Tu tevnegerî zincîran jî nabînî
Di sedsala 21’ê de nakokiya di navbera zayendan de giran bûye û gelek jin hatine qirkirin. Ji her temenî jin hedef hatine girtin. Roza Luksemburg dibêje ‘hûn tevnegerin hûnê zincîran jî nebînin’. Di vê esasê de her jina ketiye nava hewldanê, êşa zincîrên ku her derê wan pêçaye hîs kirine û hêrsa xwe nîşan daye. Jinên xwedî hişmendiya çîn û netewî ne, dibe ne xwedî hişmendiya zayendê bin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ‘jinan wek kodên koletiyê’ pênase dike û dibêje hişmendiya zayendî bi çareserkirina kodên koletiyê dikare bê bidestxistin.
Îdeolojiya serdest a mêr nayê çareserkirin
Ji ber bandora lîberalîzmê ya li ser tevgera azadiya jinê û bi taybet jî li ser femînîzmê, îdeolojiya serdestiya mêr bi kurahî nayê çareserkirin. Dema zext, tundî û neheqî nerm bibe û teşe biguhere bertek kêm dibin. Destkeftiyên hatine bidestxistin ji êrîşan nikarin bên parastin. Têkoşîna îdeolojîk û rola partîbûn azadiya jinê di vir de dest pê dike.
Di vî warî de derxistina holê ya encamên tecrubeya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê ya di şoreşa Kurdistanê de ji jinên cîhanê re bandorê li avakirina pêkhateyên ku li dijî êrîşên neolîberalîzmê li ber xwe bidin, girîng e.
Der barê nirxên azadiyê de pêşengî
Îdeolojiya azadiya jinê pêşengtiya li ser nirxên azadiya jinê dike. Ev îdeolojiyên zayendperest di civakê de feraseta şaş a jinan çêdike. Erkên zehmet ên azadiya jinê ew e ku hem van îdeolojiyên xwe û hem jî îradeya şikestî ya ji aliyê pergalên mêtîngeriyê ve hatiye afirandin, bi ser bikeve. Têgîna "Xwebûnê" di kurdî de vê yekê pir bi wate dide dîyarkirin. “Xwebûn” tê wateya keşfkirina cewhera xwe û naskirina dîroka wê, naskirina tinekirina nasnameya jinê ya ku bi operasyonên serdestiya mêr li ser jinan pêk tên û pêşxistina vîna ji nû ve avakirina xwe. Li ser esasê ferdî mêzekirina azadiyê şaşiyeke din a lîberalîzmê ye. Azadiya jinê ancax li ser esasê azadiya civakî pêş bikeve. Li ser vê bingehê rêgezên îdeolojiya azadiya jinê hatin diyarkirin.
Qûtbûn û veqetîna ebedî
Her çendî îdeolojiya azadiya jinê bi hişmendî, îrade, rêxistinbûyîn, têkoşer û estetîk li ser nirxên xwe ava dike, bi veguherandina pergalên serdest ên li derdora jinê hatine afirandin azadiya civakê misoger dike. Şikandin û veqetîna ebedî ya ku li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê pêş dikeve, redkirina jina azad a têkiliyên serdest e.
Her ku jina xweser û mêrê azad pêş bikeve
Şoreş, eger bikaribe têkiliyên civakî li ser bingeha kesayeta azad û nirxên azadîxwaz ên li derdora xwe pêş bixin, mayînde dibin. Ji ber ku sosyalîzma reel nikare şexsê sosyalîst eşkere bike, destkeftiyên wê yên siyasî û leşkerî ne mayînde bûn. Di vî warî de em dikarin şoreşa jinê heta radeya ku em karibin jina azad û bi wê re jî mêr azad derbixin.
Di şoreşê de rola partiyê
Ji bo azadiya jin û mêr hemû beşên civakê weke hev bi biryar, xwedî îrade û têkoşer nayê hêvîkirin. Ji ber vê sedemê di her serdemê de formên avahî û semantîk hewce bûne ku rê li ber çewisandinên ku dê guherîna kalîte ya civakê misoger bike. Komên bawerî, ol û civakên felsefî di dîrokê de roleke wiha lîstine. Di serdema nûjen de forma semantîk di îdeolojiyê de û forma pêkhatî di partiyan de wateya xwe dîtiye. Partiyên ku rola rêxistinbûyîna bîrdozî û zîhniyetê dilîzin îradeya kolektîf temsîl dikin. Nûnertiya nirxên ku şoreşa jinê dixwaze di jiyan û têkiliyan de biafirîne û bi îdiaya ku bi têkoşîneke radîkal a li dijî desthilatdariya mêr pêşengiya civakê dike, cihê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di şoreşa jinê de diyar dike.
Ji bo birêxistinkirin û seferberkirina beşên mezin ên civakî rêxistinên nerm hewce ne. Ji ber ku ne pêkan e ku li dijî pergalê hemû kesan bikişîne nava têkoşîneke radîkal, milîtan.
Mîlîtaniya şoreşa jinê
Heta ku milîtaniya xeta azadiyê neyê kirin, ne mimkûn e ku encam bigire. Kadro û milîtan ew kes in ku hemû jiyana xwe ji bo bidestxistina armanca xwe terxan dikin. Dema ku rêgezên azadiya jinê temsîl nekin, ji sîstemê qut nebin û erkên xwe yên şoreşgerî yên di dem û cih de ranegirin tên rexnekirin.
Hewcedariya pêşxistina nîqaşa teoriyê
Her çiqas ne pêkan be ku her kes li ser azadiya jinê li hev bike jî, pêwîstî bi pêşxistina nîqaşên wiha teorîk û meşandina têkoşîneke îdeolojîk heye. Di encama nezelaliya îdeolojîk de têgihîştina azadiyê bi awayekî cuda dikare were pênasekirin û pêşxistin.
Xwedîhişmendîbûn
Bi qasî xwedî hişmendî û îradebûnê, hewce pê heye ku bê lêpirsînkirin mirov xwedî kîjan hişmendiyê ne û îrade çawa tê bikaranîn. Di vî warî de aliyek hewcedariya îdeolojiyên azadiya jinê bilindkirina hişmendiya koletiyê ye, aliyê din jî pênaseya rast a fikra azadiya jinê ye. Pirsgirêka hevpar a hemû tevgeran nebûna qutbûneke radîkal a ji sîstemê, pêşxistina milîtaniya jinê, avakirina pergaleke alternatîf û nebûna civakbûnê ye.
Aktîvîstbûn û civaka sivîl
Di destpêkê de bi têkoşîna jinan û tevgerên femînîst re damareke radîkal heye, lê pergala serdest bi polîtîkayên cuda ku dimeşîne vê damarê lîberal dike û sîstematîze dike. Îro têgîna ku ji bo serokatî û milîtaniyê zêdetir tê bikaranîn çalakvan e. Çalakî di eslê xwe de avahiyek e ku ferd diyar dike ku çawa beşdar bibe û çi bike an neke. Şêweyekî din ê beşdarbûnê civaka sivîl e. Ev di bingehê de xebata bi şêwazek karmendê sivîl ku balê dikişîne ser pêkanîna erkên saziyekê vedibêje. Mînakên ku aktîvîst û kesên ku di nava xebatên civaka sivîl de bi awayekî mîlîtanî li ber xwe dane û çalakî pêk anîne gelek in.