Lêgerîna çareseriya demokratîk (3)
- 09:08 11 Sibat 2026
- Dosya
Neteweyek demokratîk bê xwerêveberiyê ne mimkun e
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilata Navîn ku krîz û şer jiyana wekhev a gelan di nav sîstema netewe-dewletê de asteng dikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana siyasî û xwerêveberiyê di neteweyek demokratîk de wekî rêya bingehîn a rizgariyê dibîne.
Dema ku behsa pêvajoya bûyîna neteweyek demokratîk tê kirin, xala herî balkêş ev e: Neteweyek bê xwerêveberî nayê xeyalkirin. Di seranserê dîrokê de, civakên ku ji rêveberiya xwe bêpar mane ne tenê nasnameya xwe ya neteweyî, lê di heman demê de hebûna xwe ya civakî jî winda kirine. Em nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Di neteweya demokratîk de jiyana polîtîk û xweseriya demokratîk” a ku di cilda 5’emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de cih girti bi we re parve dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku mirov bêyî xwebirêvebirinê nikare li neteweya demokratîk bifikire û wiha dibêje: “Bi giştî bi tevahî şêweyên neteweyan, bi taybetî jî neteweyên demokratîk hebûnên civakî yên xwedî rêveberiyên xwe ne. Eger civakek ji rêveberiya xwe mehrûm be, ew ji netewebûnê derdikeve.
Ji civakbûnê jî derdixistin
Di rastiyên civakî yên hemdem de mirov nikare li neteweyan bêyî rêveberî bifikire. Heta neteweyên mêtingeh jî herçiqasî ji xerîban pêk bê jî rêveberiyeke wan heye. Lê ji bo civakên ketine pêvajoya jihevbelavbûnê mirov nikare behsa rêveberiyê bike. Eger mirov behsa rêveberiyê bike jî ew rêveberî ya hêza ji hev belavker e, rêveberiya tesfiyekirinê ye û vê bi demê re û bi kontrol dike. Dema Kurd ne xwedî rêxistiniya xwe bûn, rewşa wan jî bi vî rengî bû. Ne bi tenê nedihiştin Kurd bibin netewe, di heman demê de ew ji civakbûnê jî derdixistin.
Ber bi dewleta netewe ve
Di serdema me de polîtîkbûna civakê bi xetên sereke ji du aliyan ve civakê dibe netewebûyînê: Riya kapîtalîst a ji rêûresmê ew rê ye ku ber bi dewleta netewe ve dibe. Di şert û mercên kapîtalîst de eger civakek bêdewlet be, dewleta wê hilweşiya be yan di rewşa jihevdektinê de be, polîtîkayên olperest û milletperest wê civakê ber bi dewleteke nû ve, ber bi dewleta netewe ve dibe. Eger dewleteke wê civakê ya ji rêûresmê hebe û bêhêz be, li şûna wê dewletê wê dewleteke netewe ya bi hêztir bê danîn.
Netewebûyîna demokrtîk
Riya duyemîn a netewebûyînê, riya netewebûyîna demokrtîk e. Nexasim karekterê dewleta netewe yê pirsgirêkan diafirîne, di roja me ya îro de civakên polîtîk û hêzên wan ên rêveberiyê ber bi netewebûyîna demokratîk ve dixe nava tevgerê, yan bi reformê yan jî bi şoreşê wan neçarî netewebûyîna demokratîk dike. Dema ku kapîtalîzm mezin dibû meyla serdest dewletên netewe bûn, lê di van şertên roja me ya îro de ku hildiweşe, bêhtir ber bi netewebûyîna demokratîk ve diberide. Di vê mijarê de gelekî girîng e ku mirov hêza polîtîk bi desthilatdariya dewletê re wekhev neke. Di xwezaya polîtîkayê de azadî heye. Netewe û civakên polîtîk dibin, ew civak û netewe ne ku azad dibin.”
Teslîmî kaos an anarşiyê bûyîn
Abdullah Ocalan dibêje, “Her civak û neteweya hêza desthilatdarî û dewletê bi dest dixe çawa ku azad nabe, eger xisletên wê yên demokratîk hebin, dikeve rewşekê ku azadiyên xwe yên heyî jî ji dest bide” û got: “Lewma mirov civakekê ji diyardeyên desthilatdarî û dewletê çiqasî bişo, ewqasî li azadiyê vedike. Şertê bingehîn ê mirov wê civak û neteweyî azad bike ew e, divê mirov timî wê di rewşeke polîtîk de bihêle.
Civakeke ji desthilatdarî û dewletê hatibe şuştin, lê polîtîk nebûbe, dibe civak an neteweya teslîmî kaos an anarşiyê bûyî. Eger civak û netewe demeke dirêj ji anarşî û kaosê rizgar nebin wê birizin, ji hev belav bibin û wê bibin alavê kozmosên xerîb ên din. Kaos û anarşî bi tenê ji bo demeke kin û demî dikarin bi roleke afirîner rabin. Ji bo vê jî şert e ku diyardeya polîtîk bikeve dewreyê.
Polîtîka, bi tenê azad nake, di heman demê de tenzîm dike. Polîtîka hêzeke bêhempa ya tenzîmkirinê ye. Li cem netewe û civakê polîtîka çiqasî bi hêz be, ew dewlet û desthilatdarî jî ewqasî lawaz in, divê lawaz bibin. Berevajiyê vê jî dibe. Li cem netewe an civakê dewlet an hêza desthilatdariyê çiqasî zêde be, polîtîka ango azadî jî ewqasî lawaz dibe.”







