'Em aştiyek ekolojîk dixwazin'

  • 09:02 18 Hezîran 2025
  • Ekolojî
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Delal Ozbey balkişand ser armanca avakirina Meclîsa Ekolojiyê ya Bajar a Amedê û da zanîn ku qirkirina ekolojîk bi texrîbatên mezin didome. Delal Ozbey wiha dirêjî dayê: “Em ê gund bi gun navçe bi navçe bi gel re bên gel hev û li dijî talana xwezayê têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin.”
 
Li dijî qirkirina ekolojiyê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê bi dirûşmeya ‘bê jiyana ekolojîk aştî pêk nayê’ Meclîsa Ekolojiya Bajar a Amedê îlan kir. Meclîsa ekolojiyê ya Bajar hedef dike ku pêşî li texrîbata xwezayê bigire.
 
Endama meclîsa ekolojiyê ya bajar Delal Ozbey der barê xebat û armancên meclîsê de axivî.
 
‘Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê hat avakirin’
 
Delal Ozbey daxuyakirin ku li Amedê texrîbata-eko zêde ye û wiha got: “Tu gundekî ku petrol, maden, GES, HES neketiyê nemaye. Ev meclîs bi armanca têkoşîna li dijî vê texrîbatê bê meşandin hat avakirin. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê di 2013’an de hatibû avakirin. Lê piştî 2017’an şûnde faliyetên aktîf nemeşand. Bi pêvajoya nû re Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê hat avakirin. Civîna ewil di 15’ê Hezîranê de kir. Bi tevlibûna 120-130 kesî meclîs hat avakirin.”
 
Wê gundî jî cih bigirin
 
Delal Ozbey destnîşan kir ku wê ev meclîs bi koordînasyon be û di vê koordînasyonê de pêkhate û gundî wê cih bigirin. Delal Ozbey wiha anî ziman: “Di koordînasyonê de wê wekheviya jin û mêr hebe. Wê ev meclîs xebatên xwe wek akademî û rêxistibûnê bike. Em hedef dikin ku akademiya hevpar ava  bikin. Em dixwazin wisa bikevin pêvajoya avakirinê. Texrîbata li ser gundan bandor li ser me hemûyan dike. Gelek encamên texrîbatê hene. Yên herî zêde bi bandor dibin gelê herêmê ye.”
 
‘Banga aştî û civaka demokratîk bi nirx e’
 
Delal Ozbey destnîşan kir ku banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de kiriye girîng e û wiha dirêjî dayê: “Piştî vê bangê  em dikarin bêjin ku divê ji bo vê pêvajoyê gavek hatiye avêtin. Em nikarin bêjin pêvajo tam destpêkiriye lê gavek girîng hat avêtin. Ev gav girîng e. Lê hîna ji ber polîtîkayên ewlehiyê texrîbata ekolojîk didome. Heta gavek ji aliyê dewletê ve bê avêtin wê têkoşîna me bidome. Em gund bi gund navçe bi navçe wê xebatên xwe bidomînin. Em aştiyeke ekolojîk dimeşînin. Em têkoşînê wê hîn mezintir bikin. Divê her kes di meclîsa Ekolojiyê ya Amedê de cih bigire.”