Nobeta li Arzoxliyê di roja 17’an de didome

  • 15:44 7 Mijdar 2026
  • Ekolojî
AMED - Li Arzoxliyê berxwedana gel a li dijî projeya GES di roja 17’an de bi pêşengiya jinan dom kir.
 
Li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Rokê ya Zenkar-1 a ku tê xwestin li Taxa Arzoxlî ya navçeya Sûr a Amedê were danîn, çalakî di roja 17’an de didomin. Welatî ji meydana taxê heta qada projeyê meşiyan.
 
Çalakî bi pêşengiya jinan hate lidarxistin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Destên dirêjî Arxozliyê bibin bila bişkên” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
 
Şêniyên taxê xwestin biçin qada projeyê, lê belê leşkeran ew asteng kirin. Şênî hinekê li qadê man û piştre car din hatin cihê çalakiyê û berxwedana xwe domandin.