
Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
- 17:08 20 Îlon 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Apê Mûsa di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Nisêbînê hat bibîranîn.
Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya gundê Sitîlîlê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve hat bibîranîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Rêveberên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Ajansa Mezopotamyayê (MA), Jinnews, xebatkarên Rojnameya Xwebûnê, Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Hasan Ozguneş, Hevserokên Şaredariya Mêrdînê yên ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin Fîgen Altindag û Ahmet Turk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên DBP’ê û HDP’ê yên navçe û bajarên Mêrdînê beşdarî bernameya bîranînê bûn.
‘Demborî nayê qebûlkirin’
Lijneya ku hat, di destpêkê de serdana muzeya Apê Mûsa kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin dest pê kir. Di serî de kurê Apê Musa, Dîcle Anter axivî. Dîcle, anî ziman ku 30 sal in ku bavê wî jiyana xwe ji dest daye û 30 sal in doz didome. Dîcle, got: “Sibê careke din daneşîna dozê heye. Sûcên li dijî mirovahiyê dem borî nîne. Apê Mûsa û hezar kesên ku bi destên dewletê hatin qetilkirin nayên efûkirin. Di van sûcan de demborî nayê qebûlkirin. Em demokrasî û edaletê dixwazin. Ger ev pêk bên, sûcên li dijî mirovan jÎ bên rakirin.”
Dîcle, hevdîtinên xwe yên bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re nirxand û diyar kir ku kiryarên Apê Musa û kuştinên kiryar nediyar eşkere bibin.
‘Em gotina xwe dubare dikin’
Hevseroka Giştî ya DFG’ê Dîcle Mûftûoglû soza xwe ya ji bo Apê Musa dubare kir û wiha domand: “Xwestin pênûsa Apê Musa bişkînin. Paşgirên Apê Mûsa ew pênûs girtin û gotina vî gelî berdewam kirin. Bi girtin, komkujî û bomberan nikarin kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin. Ji vê şûnde jî nikarin bidin sekinandin. Weke şopdarên Apê Musa em ê vê meşa xwe ji cihê ku lê hiştiye bidomînin. Em gotina xwe ya li ser gora wî careke din dubare dikin.”
‘Tu car nayê jibîrkir’
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û bi rêzdarî Apê Mûsa bi bîr anî. Pervîn, wiha axivî: “30 sal berê îro Apê Musa hat qetilkirin. Em careke din hatin cem hev û di 30 saliya xwe de Apê Musa bi bîr tînin. Pênûsa Apê Mûsa qet ji rêya şaş veneqetand. Pênûsa wî ji heqîqetê şaş nebû. Hertim rastî û heqîqetê nivîsand û li ber xwe da. Sekin û têkoşîna Apê Mûsa her tim di bîra gelê Kurd de be.”
‘Kujer hîn nehatine darizandin’
Pervîn, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Apê Mûsa rohjnameger bû û pênûsa wî her tim aştiyê nivîsandiye, parastye û domand: “Ji wê rojê heta îro çapameniya azad qet bêdeng nema. Ji bo ku rastî derbikeve holê ev têkoşîn didome. Mîrasa wî ya têkoşînê ji aliyê çapameniya azad ve hat dewrgirtin. Kesên ku Apê Mûsa qetil kirin em wan baş nas dikin. Kesên ku tên naskirin in. Ligel ku ew qas di ser de ev qas dem derbas bû jî kujerên wî hîna nehatine darizandin.”
‘Em zanin kujer kî ne’
Pervîn, di dawiya axaftina xwe de got bi mîlyonan kes heye ku têkoşîna Apê Mûsa bidomînin henin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî Ferhat Tepe, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin û li hemberî hemû kesên ku bi awayekî kiryarên nediyar ve hatin qetilkirin. Lê em dizanin ku kujer diyare. Em ê tu carî wan ji bîr nakin û em carkedin sersaxiyê ji rêheval û malbata wî re dixwazin.”
Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn ser gora Apê Mûsa û bernameya bi bîranînê bi dawî bû