
Franziska Stier: Em li dijî kapîtalîzmê şer dikin
- 09:01 6 Adar 2023
- Rojane
ENQERE - Sekretera giştî ya partiya Basta Franzîska Stîer diyar kir ku ew li dijî pergala serdest têdikoşin û divê bi hev re têbikoşin.
Atkîvîsta jinan û sektera giştî ya partiya Basta ya Swîsreyê Franzîska Stîer beriya 8’ê Adarê der barê rêxistinbûyina jinê de ji ajansa me re nirxandin kir. Franzîska got îsal li welatê wan jî geşedanên dijberê jinan pêş ketine û der barê jiyana beden û jiyana wan de biryar hatine girtin.
‘Di esasa pergala hatiye afirandin de tundî heye’

Hovîtiya emperyalist, kapîtalîzm û baviksalar
Franzîska di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Yek ji mijara din a jinan xizanî ye. Newekheviya heqdest a di navbera jin û mêran de ji sedî 19 ye. Em ji mêran ji sedî 45 kêmtir heqdest digirin. Ev newekhevî bandorê li ser hemû jiyana me dike. Xizaniyê girantir dike û teşeyê tundiyê ye. Ev hovîtiya emperyalist, kapîtalîst û baviksalar bandorek mezin li ser jinan dike.Tevî hemû êrîşan em jin li parlamento li qada civaka sivîl têdikoşin. Em ji bo qanûnên ku jinan diparêzi têdikoşin.Cîhaneke ku jin qezenc bike heye. Em bi vê bawer in.”
‘Divê em ji bo azadiya xwe têbikoşin’

Jin jiyan azadî
Franzîska bi lêv kir ku her tiştên jinan tên çewisandin û wiha dawî lê anî: “ Li her derê cîhanê tundî tê heye. 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e. Her titşê jinan tê çewisandin nayê qebûlkirin. Divê em di 8’ê Adarê de bên gel hev. Ev roja yekîtiyê ye. Em li her derê cîhanê dertên kolanan. Em ji bo kulîlkan tênakoşin em li dijî binpêkirina bedena xwe têdikoşin em li dijî kapîtalîzma baviksalar şer dikin. Divê ev cîhan a me be. Jin jiyan azadî.”