
Dayika girtî: Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kir
- 09:06 6 Adar 2023
- Rojane
WAN - Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj yên nû zêde dibin. Dayika girtî Caziye Ceylan diyar kir ku sedema hemû pêkanînên kêfî tecrîd e û wihagot: “Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd tê meşandin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê tu tiştek baş nebe.”
Caziyeyê bal kişand ser pêvajoya girtina kurê xwe û wiha vegot: “Kurê min di 2014’an de hat girtin. 8 sal in girtiye. Dema hat girtin birin girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Du sal şûnde surgunê girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rizeyê kirin. Du salan li wir ma piştre şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê. 4 sal in li wir girtiye.”
Hevdîtin tên astengkirin
Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kir
Caziyeyê bal kişand ser tecrîda ku bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û wiha dawî lê anî: “Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd tê meşandin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê tu tiştek baş nebe.”