Dema nû ya perwerdeyê bi krîz û mufredata yekparêz destpê dike

  • 09:03 6 Îlon 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Sekretera Jinan a Egîtîm-Senê Sîmge Yardim diyar kir ku dema nû ya perwerdeyê bi krîza aborî û mufredata yekparêz destpê dike û got: “Ev pêvajoya perwerdeyê bi tunehesibandina mafê zarokan, bi perwedehiyek yekparêz bi krîza aborî destpê dike. Em ê bandora vê di pêvajoya pêş de bibînin.”
 
Dema nû ya perwerdeyê di 9’ê îlonê de destpê dike û lêçûnên dibistanê malbatan dide zorê. Li aliyekî krîza aborî li aliyê din jî li dijî mufredata nû malbat naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanên dewletê. Desthilatdarî û wezareta perwerdehiyê jî polîtîkayên xwe didomîne. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim der barê dema nû ya perwerdehiyê de axivî.
 
‘Mufredatek ku asîmîlasyonê tîne li pêş me ye’
 
Sîmgeyê got di 2012’an de bi pergala 4+4+4 krîza perwerdeyê destpê kiriye û piştî hilbijartinên giştî şûnde polîtîkayen perwerdehiyê li gorî îdeolojiya desthilatdariyê hatiye amadekirin. Sîmgeyê got: “Desthilatdarî dixwaze civakek li gorî xwe ava bike. Perwerde di vê avakirinê de alav e. Zarok perwerdehiyek çawa bibînin li gorî wê tevdigerin û çanda jiyanê ava dike. Desthilatdarî vê di aliyê xwe de baş biser dixe. Bi wezîrê nû Yusuf Tekîn re pêvajoyê lez kir. Bi cemaet û weqfan re protokol kir û ewil perwerdehiya tevlihev ji nîqaşê re vekir û piştre jî mufredata nû. Me îtîrazê vê kir. Desthilatdariyê li gorî îdeolojiya xwe amade kiriye. Mafê zarokan li ber çavan nehatiye girtin, çand û ziman zanist li ber çavan nehatiye girtin. Nêrîna sendîkayan nehat girtin. Dersên zanistî kêm kirine yên olî zêde kirine. Mufredatek ku asîmîlyonê tîne li pêş me ye.”
 
‘Bandor wê piştre derkevin holê’
 
Sîmgeyê destnîşan kir ku bandora mufredata hatiye amadekirin wê piştî pêk were derkeve holê û wiha dirêjî dayê: “Li hember zarokên keç newekheviya zayendî demek dirêj e di mufredatê de tê pejirandin. Lê dema em li vê mufredata nû dinêrin, newekheviya zayendî hîn bêtir giran dibe û di dîmenan de rolên jinan, rolên mêran tên venasîn. Rola ‘jina makul’ bi hevkariya mufredatê tê avakirin û pêkan e ku zarokên keç ji pêvajoya perwerdeyê qut bibin jî.  Nokteya em îtiraz dikin ev e. Wê bandor piştre derkevin holê.”
 
‘Malbat nikarin lêçûnên dibistanan peyda bikin’
 
Sîmgeyê balkişand ser krîza aborî û got bi mufredatê re gelek malbatan berê xwe dane dibistanên taybet û got: “Di roja îro de malbatên ku rewşa wan a aborî nebaşe nikarin zarokên xwe bişînin dibistanên dewletê. Ji ber vê jî ji bo wan dibistanên taybet ne pêkan e. Bi zêdebûna bihayê dibistanên taybet re gelek malbat zehmetiyan dikşînin. Ji ber krîzê ji sedî 60-70’ê welat bi mûçeyê asgarî debarê dikin. Mûçeyê asgarî bûye mûçeyê debarê. Ji ber vê malbat her çiqas mufredatê qebûl nekin jî neçar in tevli pêvajoya perwerdeyê bibin. Malbat nikarin lêçûnên dibistanan peyda bikin.”
 
Zarokan mahkumê karkeriyê, zewacê û wargehên cemaetê dikin
 
Sîmgeyê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Dema wisa dibe malbat nikarin zarokên xwe tevli pêvajoya perwerdeyê bikin. Ji ber vê jî karkeriya zarokan zêde dibe, ji ber pirsgirêkek cidî ya debarê heye. Zarok derdikevin derveyê pêvajoya perwerdeyê û neçar dimînin bixebitin. Zarokên keç li malê jiyana xwe didomînin û ji ber vê jî tundî jî zêde dibe. Zewacên di temenê zarokatiyê de jî zêde dibin. Îstîsmar zêde dibe. Ji ber krîza aborî li gorî sala borî lêçûnên dibistanê ji sedî 60-70’ê zêde bûne. Ya divê esas bê girtin perwerdehiyek li cihê xwe ye. Divê zarok ligel malbatên xwe perwerdehiyê bigirin.”
 
‘Xwegîhandina ava paqij tune ye’
 
Sîmgeyê destnîşan kir ku di van şertan de pêvajoya perwerdeyê bi krîz dest pê dike û got: “Ji xwarina zarokan bigirin heta pêşketina tenduristiya wan. Di her alî de perwerde bi krîz dest pê dike. Ev demek dirêj e em daxwaz dikin. Bila danekê xwarin bê dayîn. Lê mixabin der barê vê de tu sererastkirinek tuneye. Zarok perwerdehiyê bidomîne jî bîrçe diçe birçî tê malê. Ev ji bo pêşketina wan pirsgirêk e. Her wiha perwerdehiya bi zimanê dayikê divê bê dayîn. Em perwerdehiyek bê pere, zanistî, demokratîk, bi zimanê dayikê, laîk û wekhev dixwazin. Ji bo vê em ê di dema pêş de bernameyên xwe rêxistin bikin bikin. Ji bo ev krîz ji holê bên rakirin em ê têkoşînek rêxistikirî bimeşînin û li dijî polîtîkayên desthilatdariyê çalakiyan pêk bînin. Em ê bi tevlibûna malbatan re rêxistibûnê bikin. Em ê bi malbatan re bernameya rêxistibûnê pêk bînin. Divê hemû rêxistinên jinan, rêxistinên zarokan û malbat îtîrazî vê mufredatê bikin.”