Kovara Jinê bi manşeta 'Şopên tarî yên 12'ê Îlonê' derket
- 09:42 8 Îlon 2024
- Rojane
STENBOL -Hejmara nû ya Kovara Jin bi manşeta “Şopên tarî yên 12’ê Îlonê” derket.
Kovara Jin ku her hefte tê ber destên xunerên xwe, di hejmara xwe ya 80'yî de balê dikişîne ser berxwedana 12'ê Îlonê û sûcên îşkenceyê yên di tarîtiyê de hatine hiştin.
Sernavên hejmara nû wiha ne:
*Ji zindana Amedê heta Girtîgeha Îmraliyê avakirina wate û berxwedanê – Newroz Uysal
*Berxwedana pêl bi pêl: Greva birçîbûnê ya 12’ê Îlonê – Ayşe Newroz
*Hilweşandina keleleha quretiyê: Zîndan – Derya aslan
*Ji bo pêşerojeke hevpar rûbirûbûna paşerojê – Ebru Günay
*Îlon – Yuksel Mutlu
*Hawêra keda bi heqdest -bê heqdest, têkoşîna çînayetî û Marksîzm – Hulya Osmanağaoglu