ÎHD'ê têkildarî Peymana Stenbolê ji Serokatiya Meclisê name şand

  • 12:39 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Navenda Giştî ya ÎHD'ê, ji bo Peymana Stenbolê ji nû ve têkeve meriyetê, ji Serokatiya Meclîsê re têkildarî zêdebûna komkujiyên jinan nameyek vekirî şand.
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî zêdebûna komkujiyên li ser jinan nameyek ji Serokatiya Meclîsê re nivîsand. Di nameyê de daxwaz hat kirin ku bang li hemû aliyên xwedî komên li Meclîsê bê kirin da ku Peymana Stenbolê ji nû ve bê îmzekirin.
 
Di berdewamiya nameyê de ev tişt hatin gotin: “Weke hûn jî dizanin, Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê ya ku di 24’ê Mijdara 2011’an de ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hat îmzekirin, piştî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî tundiyê ket meriyetê. Ya ku ev peyman nivîsand têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan bû. Piştî ku Peymana Stenbolê hat îmzekirin jî bi têra xwe li herêma me nehat bicihanîn jî, ji bo jinan û têkoşîna wan herî kêm ji aliyê hiqûqî û civakî ve bû hêzeke mezin. Lê mixabin di 20'ê Adara 2021'ê de bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Peymana Stenbolê hat betalkirin.
 
Kuştina 2 jinan a li Stenbolê hat bibîranîn
 
Ji nişka ve betalkirina Peymana Stenbolê di feraseta civakî de cihekî pir bi pirsgirêk çêkir. Bi taybetî jî zêdebûna cudakarî û tundkirina hem zimanê dewletê û hem jî têgihîştina li civakê ya li dijî jinan, bûye sedema zêdebûna tundiya li ser jinê. Weke ku hûn jî dizanin, piştî betalkirina Peymana Stenbolê, tundiya li ser jinê û kuştina jinan zêde bûye. Rojek berê li Stenbolê jinek li nîvê kuçeyê rastî êrîşa zayendî hat û mixabin du jin ji aliyê mêrekî ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin û ev yek bû sedema hêrseke mezin li jinan.
 
Îmzekirina peymanê mecbûrî ye
 
Em xwe bêparastin hîs dikin. Cudahiya li dijî jinan, tundiya li ser jinê û kuştina jinan li her derê pêk tê. Ji ber vê yekê em difikirin ku ji nû ve îmzekirina Peymana Stenbolê pêwîstiyek e.
 
Daxwaza banga li partiyên siyasî kirin
 
Di van rojên ku tundiya li ser jinê pir zêde bûye, em daxwaz dikin ku hûn bang li partiyên siyasî yên li Meclîsê bikin ku ji nû ve îmzekirina Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê gotûbêj bikin û piştre ji bo îmzeyê vekin. Em hêvî dikin ku hûn ê vê daxwazê ??pêk bînin."